Kongra Star êrişên li ser Efrînê şermezar kir 2022-01-20 15:14:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera êrişên li hemberî Efrînê de Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da û got: "Em bang li civaka navneteweyî, NY, saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navdewletî dikin bi erk û berpirsartiyê xwe rabin û dewlet Tirk a dagirker ji Efrînê derxin.”   Di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafiran êrişî Efrînê kir. Di salvegera êrîşan de Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:   “Ev 4 sal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re derbas bûn. Dewleta Tirk bi awayekî hovne û bi 72 balafirên şer gelê sivîl bombebaran kir. Li pêşya çavê cîhanê tevahî hemû pîvanên navneteweyî û mirovî binpê kirin.   Lê li beramber wê hovîtiyê û bêdengiya civaka navneteweyî gelê Efrînê biryara berxwedanê û berdewamkirina xeta berxwedana dîrokî ya Evesta Xabûr û Barîn Kobanê da û heta 58 rojên li ber xwe da. Girêdana xwe bi xaka Efrînê re nîşan de.   Niha li kampên koçberiyê li nêzî Efrînê di bin hemû şert û mercên xerab de li ber xwe didin ku li malê xwe vegerin. 4 sal in ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû sûc û kiryarên kirêt li dijî  xak û xwezayê, nirxên mirovahiyê, şaristaniyê û çanda pêk tînin. Mal û milkên gelê Efrînê talan û wêran kirin. Demografiya herêmê guhert, tundî, kuştin, revandin û û hemû sûcên derexlaqî li dijî jinan kirin.   Bi navê Kongra Star em van sûcên hovane û bêdengiya civata navneteweyî  û siyaseta qirkirinê ku li ser gelê Efrîne, bi taybet li ser jin û zarokan dimeşînin  bi tundî şermezar dikin. Em bang li sazî û rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan û azadîxwazan dikin ku asta tekoşînê bilind bikin, tundî û dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin.   Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navdewletî dikin bi erk û berpirsartiyê xwe rabin, ji bêdengiya xwe derkevin û dewlet Tirk a dagirker ji Efrînê derxin.”