Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobet girtin: Em natirsin! 2022-01-20 15:07:13   STENBOL - Tevî astengkirina polîsan malbatên girtiyan bi dirûşma "Em ê destûrê nedin kes bimirin" li ber ATK'ê dest bi çalakiya nobetê kirin û gotin:"Em dayik in em naxwazin zarokên me bimirin û ji girîgehan cenaze derkevin. Em natirsin em ê sibehê jî li vir bin, em natirsin."   Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşma “Ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê hatin cem hev. Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya înîsiyatîfê kirin.    Endamên Înîsiyatîfê diyar dikin her hefte roja pêncşemê bi daxwaza “ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş ATK’ê werin gel hev, dê li vir daxuyaniyê bidin.    Girse hat dorpêçkirin û rojnamegeran lêdan xwarin   Li daxuyaniya ku lê dowizên "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn","Ji bo girtiyên nexweş azadî" hat vekirin polîsan diyar kirin ku bi biryara walîtiyê daxuyanî hatiye qedexekirin û xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Omer Faruk Gergerlioglu yê HDP'yî dema bi polîsan muzakere dikir polîsan girse dorpêç kirin. Kêşana rojnamegeran hat astengkirin û lêdan xwarin. Her wiha ji qadê hatin derxistin.    Tevî astengiya polîsan jî ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Perihan Akbulut got:"Em ê destûrê nedin kes bimirin" li ber ATK'ê dest bi çalakiya nobetê kirin û gotin:"Em dayik in em naxwazin zarokên me bimirin û ji girîgehan cenaze derkevin. Em natirsin em ê sibehê jî li vir bin, em natirsin."   Bi çepikan çalakî bi dawî bû.