'Nobeta Edaletê' di roja 318'an de ye: Dê têkoşîn bidome 2022-01-20 11:57:29   RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê bênavber didomînin, ev peyam parve kin: “Heta ku jiyan bidome we têkoşîna li dijî zilmê jî bidome.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 318’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nikarî were pêş edliyeyê û nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.    Ferît Şenyaşar îro tena serê xwe li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê da destpêkirin. Fertî, duh bi befrê li ser betonê “Roja 317’emîn” nivîsandibû lê polîsan bi gotina “qedexe ye ku li ser dîwarê cemaweriyê nivîs were nivîsîn” mudaxile kiribû. Fertî Şenyaşar, îro jî li ser blokên beton “Roja 318’emîn” nivîsand.    Malbata Şenyaşar, li ser hesaba xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bila kesên ku li Tirkiyeyê behsa edaletê dikin û vê zilma bi rêya darazê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike nabînin, şerm bikin. Heta ku jiyan hebe, wê têkoşîna li dijî vê zilmê berdewam bike.”