Li Şehbayê ji bo roja 20'ê Çileyê çalakî hat lidarxistin 2022-01-20 11:19:39   ŞEHBA - Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê çalakî li dar xist.   Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê duh li goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê çalakî li dar xist. Hemû endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, Kongreya Star û Meclîsa Herêma Efrînê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan. Her wiha di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Mamoste Eliye ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    "Di vê serdema ku cîhan ber bi modernîteya demokratîk ve diçe de li hemberî çavên hemû cîhanê, dewleta tirk a dagirker rûmeta mirovahiyê ji bo berjewendiyên xwe yên xweperest îmha dike. Di bin navê şoreşa bihara Ereban de bi lîstokên mezin radibin. Çawa ku şoreşa gelan vegerandin şerê tunekirina gelan û tesfiyakirinê wiha jî bi lîstokên mezin dîsa rabûn.    Tevahî dinya dizane ku çawa rihê berxwedana şoreşê li qada Kurdistanê pêş ket. Ew rihê berxwedanê di nava dewleta tirk a faşîst de bû sedema tir û tevleheviyek bêhempa. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker di serî de dest bi rêxistinkirin û çekdarkirina çeteyan kir, her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşî navendên şoreşgeran kir.   Bi derewan û xapandina raya giştî di 20'ê Çileya 2018'an de Efrîn hat dagirkirin û piştre Grê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Dewleta tirk a dagirker şerê xwe û rejîma xwe ya terorîst li ser hemû herêmê ferz kir. Ji ber vê yekê bi dewamkirina gefên xwe yên ku di encamên wê de komkujî pêk tên, dorpêçkirin û îzolekirina herêman jî sepandinên xwe domand. Ev hemû binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Efrînê li ser civakê de pêk tên. Armanca wan ew e ku guhertinên demografîk û meşandina sîstema jenosîd li ser xaka Efrîn û Şehbayê mayinde bike. Israra dewleta tirk a dagirker ya bi vê zihniyetê pêvajoya aştiyê li herêmê asteng dike.   Em weke malbatên şehîdan hemû binpêkirinên sûcên şer û kiryarên terorîst, ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve li dijî herêmê pêk tên, bi tundî şermezar dikin. Ji ber bêdengiya wan em bi taybet hêzên aştîxwaz wekî hevkar û piştgirên dewleta tirk a dagirker dibînin. Em bang li nûnerên îradeya navneteweyî yên Netewên Yekbûyî û hemî Rêxistinên Mafê Miroavan dikin, zextê bidin ser dewleta tirk a dagirker ku van kiryarên li dijî pîvanên mirovahiyê, rawestîne. Em daxwaz dikin ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahiya erdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Kurdistanê vekişin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê" û "Bimre faşîzma tirk" bi dawî bû. Piştre çalakî bi vêxistina findan a li ser gorên pakrewanên ku di Berxwedna Serdemê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.