Platforma Jinan a Şahmaranê qeyyûm şermezar kir 2022-01-20 09:12:47   MÊRDÎN - Li bajarên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin ji ber xizmet nayê kirin welatî bi barîna berfê re şerpeze bûn û gelek zehmetî dikişînin. Der barê rewşê de Platforma Jinan a Şahmaranê daxuyaniyek nivîskî weşand.    Duh saetên berê evarê li bajarên bakurê Kurdistanê berfê dest pê kir û li gelek bajaran heta niha jî barîna berfê didome. Li bajarên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin ji ber xizmet nayê kirin welatî bi barîna berfê re şerpeze bûn û gelek zehmetî dikişînin. Her wiha duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li ser rêya armûşê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.   Der barê rewşê Platforma Jinan a Şahmaranê daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyanî wiha ye:   "Rêveberiya qeyûmê têrê nake   Weke ku tê zanîn, çend roj berê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatibû ragihandin ku li gelemperiya herêmê barîna berfê ya gelekî zêde tê hêvîkirin. Barîna berfê ya ku duh bi şev li bajarê me dest pê kir, wekî ku dihat texmînkirin bû. Her wiha di dirêjiya rojê de diyar dibe ku tîmên ku dê bêne avakirin dema em dikevin demsala zivistanê plansaziya karmendan, amûr û alavên pêşde nînin û ji bo ku negatîfiya gengaz di xebatên rê û rizgarkirinê de ji holê rakin, rêveberiya qeyûm têrê nake.   Ewlekariya canê welatiyan dixe bin xetereyê   Tevî ku divê hemû saziyên pêwendîdar di hişyariya walîtî, şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan de bin jî, ji ber ku li bajêr xebateke destpêkê nehatiye meşandin, ewlekariya can û milkên welatiyan dixe xeteriyê.   Barîna berfê ya danê sibehê dest pê kir, li herêma rêya Qoserê bû sedema qezaya trafîkê. Di encamê de 3 kesî jiyana xwe ji dest dan û 8 kes bi giranî birîndar bûn.   Ji ber ku rê hatine girtin 2 zayîn di rê de çêbûne û ambulans zû tev negeriyane   Vê barîna berfê careke din nîşan da ku zîhniyeta qeyûm hem vîna gel hem jî xizmetên cemaweriyê talan kiriye. Ji bilî xerckirina budçeya gel ji bo projeyên ku tenê wendabûn û mexdûrkirina mirovan tiştekî din nekiriye. Di vê pêvajoyê de ji ber ku rê hatine girtin 2 zayîn di rê de çêbûne û ambulans zû tev negeriyane. Ev zîhniyet jiyana nûbûyînan jî tehdît dike.   Ji bo pêşniyaran:   Di vê qonaxê de ku rewşa jiyanî û xebatê jinan bi taybet û civakê bi giştî ji ber pandemî, bi şert û mercên xirab ên hewayê dijwartir dibe;   *Tavilê vekirina rêyên saziyên tenduristiyê û nexweşxaneyan ji bo peydakirina erebeyên ambulans û hwd ji bo pêkanîna xizmetên tenduristiyê bi awayekî bê pirsgirêk û bi taybet di rewşên ku pêwîstiyên tenduristiyê yên lezgîn ên wekî zayinê bi lez tevbigerin; *Girtina tedbîrên di vî warî de ji ber berf û qeşayê kêm dibe, dûrahiya fren û rawestandina wesayîtan zêde dibe û ji ber vê yekê ewlehiya trafîkê bi neyînî bandor dibe,   *Di rojên ku dibistan wek betlaneyê tên îlankirin de divê jinên ku nikarin zarokên xwe bişînin baxçeyê zarokan an jî dibistanê jî li ser derketinê bên fikirîn,   *Ji bo peyayan li cihên ku trafîka peyayan lê giran e bi ewle bimeşin, divê wesayît û peya ji ber barîna berfê û qeşayê tu negatîfiyê nejîn, xebatên rakirina berfê û xwêkirina berfê berdewam bikin.   *Eger têkçûnên elektirîkê li bajar û gundan çêbibin, qutbûna avê û ev ji holê neyên rakirin, pêvajoyên bi vî rengî ku di pandemîk de dijwar in, dê bibe sedem ku nexweşî bêtir belav bibe û bibe sedema gelek xisaran. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê saziyên pêwendîdar tedbîrê bigirin.