‘HDP a partiya jina ye, ji bo gelan bû hêvî’ 2022-01-20 09:02:37   ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Îzmîrê Newroz Çelîk, da zanîn ku  yek ji sedema herî mezin a êrîşa li hember HDP’ê ev e ku HDP partiya jina ye û bang kir ku wê li dijî êrîşan bi mezinkirina têkoşînê bibin bersiv.   Di vê pêvajoya ku şîdet, kuştin û tecawizên li hember jinan zêde bûne de, polîtîkayên desthilatdariyê yên dijberê jinê, newekhev û nîjaperest, bi destê daraz û çapemeniyê li her qadê jinan hedef digire. Berdevka Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê Newroz Çelîk da zanîn ku di bin êrîşa li hember HDP’ê de rastiya ku HDP partiya jinê ye, heye û  daxuyakirin ku divê li dijî êrîşan rêxistin bê mezinkirin.   Ji mêrê ku Denîz qetil kir re gotin ‘her bijî’   Newrozê destnîşan kir ku HDP ku pêkhateya HDK’ê ye, partiya jinê ye û HDP di serî de ji bo jinan û hemû gelan bûye hêvî û ev tişt anî ziman: “Di 24’ê Çileyê de duyemîn rûniştina gumanbar Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kiriye. Piştî komkujiyê gumanbar Onur Gencer  di bin parastina leşker, polîs, dadger, dozger anîn salonê. Gumanbar bi rehetî û tevgerên rehet, bê kelepçe hata salonê. Lê birayê Denîz Poyraz yê tevlî dadgehê bû bi kelepçe bû. Ev di esasê de dihat wateya ku gumanbar tê parastin û ji gumanbar re dibêjin ‘her bijî’.Gumanbar di rûniştinê de heqeret li dayika Denîzê kir û tevî dadgehê ev dît jî tu tiştek nekir.”   ‘Gumanbar cesaretê digirin’   Newrozê di dirêjiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Yê cesaretê dide gumanbar mêjiyê dewleta mêr e. Mêjiyê mêr yek tîp e. Binpêker e. Li dijî jin, kurd, penaber û her kesên ji wan cuda dijmin e. Beriya doza Denîz Poyraz êrîşî avahiya Bahçelîevler kirin. Yanî bi vê êrîşê gotin ‘em bi we re mijûl dibin’.”   ‘Em ê bersivek mezin bidin’   Newrozê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP xîtabê hemû aliyên civakê dike û di bin yek sîwaneyê de kom dike û wiha dawî lê anî: “Li dijî HDP ya ku ji bo gelan bûye hevî û kesên derdora wê êrîş pêk tên. Denîz, Îpeki Gulîstan Doku… Kurdbûn, jinbûn, HDP’î bûn.. Sedem ev bûn. Ji ber van tiştên tên jiyîn em ê hîn bêtir xwe xurt bikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bersiva vê bidin.”