Xizmên girtiyan: Berfa bariya têra vemirandina agirê dilê me nekir 2022-01-19 14:57:04     AMED - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan dane destpêkirin didome. Xizmên girtiyan di nobetê de gotin:"Berfa bariya têra vemirandina agirê dilê me nekir."   "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin serbest bên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 65'an de didome.    Tevî ku berfa li bajêr bariya rê girt jî lê belê xizmên girtiyan dîsa jî hatin avahiya Baroya Amedê û nobeta xwe domandin.    'Em ji bo zarokên xwe li vir in'   Hazal Yildirim diyar kir ku wê dev ji daxwaza edaletê bernedin û wiha got:"Em ji bo zarokên xwe li vir in. Lawê min dema do li min geriya got înfaza hevalekî wî hatiye betalkirin. Ez ditirsim ku înfaza hemû girtiyan betal bikin. Êdî bes e bihêlin em zarokên xwe li derve tedawî bikin."   'Qiyamet rabe jî em ê daxwazên xwe dîsa bînin ziman'   Încî Guler diyar kir ku ew daxwaza berdana girtiyan ji Wezareta Dadê dikin û wiha lê zêde kir:"Berfa bariya têra vemirandina agirê dilê me nekir. Berf jî be baran jî be em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Em rewşa girtiyên xwe meraq dikin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Qiyamet rabe jî em ê daxwazên xwe dîsa bînin ziman."