Li Ameda ku qeyûm tu xizmetê jê re nake berf veguherî îşkenceyê 2022-01-19 12:45:18     AMED - Berfa do di saetên nîvro de li Amedê bariya hîn didome. Ji ber qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin tu bergirî negirt loma ev bû sedema bertekên welatiyan.    Berfa do di saetên nîvro de li Amedê bariya hîn didome. Tevî ku hişyariya barîna berfê berî çend rojan hatibû kirin jî dîsa jî vê serê sibehê welatî bi qeyraneke mezin rû bi rû man. Qeyûm Munir Karaloglu her çiqas li ser medyaya dîjîtal saet di 01.30'an de got "maseya qrîzê" ava bûye jî dîmenê serê sibehê "qeyrana berfê" bi awayekî eşkere nîşan da.    Yek ji cihên qeyran lê qewimî Pira Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bû. Ji ber hat gotin derbasbûyina wesayitan a di bin pirê re talûke ye loma wesayit ji rêyên din zîvirîn û hewil didin bigihêjin Ofisê. Ne tenê Pira Koşuyoluyê hema bêje li her nokteya Amedê heman qeyran mijara gotinê ye.    'Şaredarî naxebite em çawa bixebitin?'   Welatiyên li Amedê serê sibehê bi saetan li rawestgehê sekinînin. Gelek wesayitên şaredariyê û dolmişên taybet nedixebitîn. Dolmîşên dixebitî jî têra hejmara welatiyên li rawestgehê nekir. Welatiyên li rawestgeha texsiyê geriyan bersiva "Ma şaredarî naxebite em çawa bixebitin?' girtin.    Gelek welatiyan jî wesayitên xwe delk dan da ku biçin karê xwe.    Walîtiya Amedê û qeyûm do di saetên şev de ragihand ku rojekê navber dane dibistanên seretayî û navîn. Esnafan jî peyare paqij kirin û gotin, "Tiştê şaredarî nake em dikin" û bertekên xwe nîşan dan.