Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye 2022-01-18 13:18:36     DÊRSIM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Dokû ya li ber Edliyeya Dêrsimê di roja 18’an de berdewam dike.    Malbata Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Drsimê ku ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin, li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê ku daye destpêkirin di roja 18’an de berdewam dike.    Malbatê îro carek din li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir, wêneyên Gulistanê hildan û xwest keça wan were dîtin. Malbatê got: “Gulistan li ku ye? Keça me bibînin.”    Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê serdana malbatê kirin û li cem wan cihê xwe girtin.