Çetîn Dedeogullari: Dewletê soza xwe neanî cih 2022-01-18 09:06:01   KONYA - Çetîn Dedeogullari yê ji malbata Dedeogullari ya hat qetilkirin, tenê maye, da zanîn ku dewletê sozên daye neaniye cih û got li pêş komkujiyeke nû tu astengî tune ye û balkişand ser xetereya ku wê gumanbar bê berdanê.   Di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya Kurd ku ji Qersê 4 jê jin 7 kes di êrîşa nîjadperest a Mehmet Altun de hatin qetiklirin. Di 12’ê Gulanê de malbatên Keleş û Çalik li hember malbata Dedeogullari êrîşa nîjadperest pêk anîbûn û ji ber tedbîr nehatibû girtin, komkujî pêk hat û gumanbar piştî rojan şûnde hatin girtin.  Yek ji gumanbarê komkujiyê Mehmet Altun li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê girtî tê darizandin û ji malbata Keleş û Çalik Alî û Lutfu Keleş girtî, kesên din yên malbatê jî li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê tên darizandin.   Der barê malbata Keleş de, ji aliyê Yekemîn Dadgeha Malbatî ya Konyayê ve di çarçoveya qanûna hejmar 6284 de biryara parastinê derket. Li gorî biryarê xizmên Dedeogullari wê nêzîkî malbata Keleş nebin.   Yekane endamê malbata Dedeogullari Çetîn Dedeogullari, der barê pêvajoya dadgehê û tedbîrên nehatine girtin de nirxandin kir.   ‘Her du dosya ji hev cuda tên nîşandan’   Çetîn got doza êrîşê bi doza komkujiyê re heman e û got: “Di 12’ê Gulanê de negihiştin armanca xwe lê di 30’ê Tîrmehê de armanca wan pêk hat. Me dixwest her du dosya bibin yek.  Serdozgeriya Komarê ya Konyayê got wê bibin yek. Lê niha astengiyên cuda didin ber me. Wekê ku her du dosya ji hev cudane nîşan didin. Lê her du berdewama hevin. Di vê dosyayê de dijhiqûqî mezin dibe. Ez ji 14’ê Gulanê de li welat im. Ez bûm şahid ku malbata min çi jiyaye.”   ‘Polîsan her du malbat anîne hember hev’   Çetîn got piştî hemû gumanbar hatine tahliyekirin daxwaza parastinê kirine û got: “Qerekola polîsan a Lalebahçe, dozger ev hemû ji nedîtîve dîtin û ew berdan. Qerekolê hesasiyeta pêwist nîşan neda. Di navbera du malbatan de pevçûn derdkeve divê qerekol cuda cuda gazî malbatan bike. Lê dema em ji bo gilîkirinê çûn Qerekola Lalebahçe malbata din jî li wir bû. Hewl didin malbatan bînin hember hev.”   ‘Ji ber malbata min Kurd bû qetil kirin’   Çetîn got piştî bûyera 12’ê Gulanê şûnde di runiştina yekem de polîsan êrîşê malbata min kir lê wekê ku malbatê êrîş kiriye nîşan dane û wiha pê de çû: “Ji malbatê sê kes hatin derbkirin û binçavkirin. Birayê min 16 salî bû ew jî binçav kirin. Malbata min kes nekuştine. Lê wan 7 kes ji malbata min kuştin. Dozê çawa dest pê kir wê wisa bidome. Ji ber malbata min Kurd bû hat qetilkirin.”   ‘Malbata Keleş, Çalik, Altun, Guven û Şen di nav de ne’   Çetîn destnîşan kir ku bûyer ji aliyê xwişka gumanbar, Ayşe Keleş ve hatiye organîzekirin û wiha domand: “Ev komkujiyek hatiye plankirin e. Niha ji bilî du kesî her kes serbest e. Dozger ji gumanbaran xwestiye ku sê kes sûc bigirin ser xwe. Ev di qeydên whatsapê de jî hene. Parêzer jî di nav de ye. Parêzer, malbat dozger hemû yekin. Hemû kesên li dora Mehmet Altun di vê planê de ne. Hasan Şen, Merve Şen, Mehmet Guven hemû yek in. Rayedarên partiya desthilatdariyê yên hatin cenaze û şînê soz dan min. Ez dixwazim demildest bûyer bê lêkolînkirin.”   ‘Ji ber me edelet xwest êrîş kirin’   Çetîn da zanîn ku ger piştî bûyera 12’ê Gulanê tedbîr bihata girtin wê malbata min nehatiba qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber me edelet xwest êrîş kirin. Sozên ku rayedarên dewletê dan nehatin cih.  Wezareta karê hundir, serokomar, wezareta dadê û parlamenteran di vê mijarê de soz dan. Her kes dizane ku Mehmet Altun bi tena serê xwe nikare vê komkujiyê bike. Lê mixabin her du îdianame jî ji bo gumanbar bên berdan hatine amadekirin. Berdana gumanbaran tehdîdek mezin e. Ewlehiya canê min tune ye. Tu astengî li pêş komkujiyeke nû tune ye.”