Çalakiya Malbata Gulistanê 17 roj in didome 2022-01-17 14:21:55     DÊRSIM - Çalakiya ku ji bo dîtina Gulistan Dokû hatî li dar xistin 17 roj in li ber Edliya Dêrsimê didome. Malbata Gulistanê îro jî li aqûbeta Gulistanê pirsin.    Çalakiya ku ji bo dîtina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku ji 5’ê çileya 2020’î ve li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayê girtin a li pêş Edliyeya Dêrsimê hatî destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Malbata Gulistanê ya ku li ber Edliyê rawestiyan bangewaziya dîtina Gulistanê kirin.    Malbatê îro ev peyam dan: "Gulistan li ku ye? Keça min bibînin? Ji ber ku bavê Zainal Abarakov polîs e keça min nayê dîtin. Em ê heta 20'ê çilê li vir çalakiya xwe bidomînin û piştre em ê biçin li ber Wezareta Edaletê ya li Enqerê çalakiya xwe bidomînin."