Dayikên Aştiyê yên Botanê: Li dijî zilma li hemberî Mexmûrê bibin yek 2022-01-17 09:03:13   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Silopiyê, êrişên li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin û gotin: "Hewldana hikûmeta Bexda û Hewlêrê nayê qebûlkirin. Divê Gelê Kurd li dijî vê zilmê bibin yek û xwedî li Mexmûrê derkevin."   Di 17'ê tîrmeha 2019'an de piştî kuştina berpirsê MÎT'ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Osman Kose, Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Di 27'ê kanûna 2021'ê de jî hêzên leşkerî ya Iraqê hewl da ku bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), wargehê bi têlan dorpêç bikin. Ligel wan yekan gelek caran Mexmûr bi êrişa Arteşa Tirk re jî rûbirû ma.    Derbarê mijarê de Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Silopiya Şirnexê ji ajansa me re axivîn.    ‘Ji ber zilmê koçber bûn...'    Dayika Aştiyê Emîne Ozerk, êrîşên li hemberî Mexmûrê şermezar kir û bang li Mesût Barzanî kir ku dev ji vî şerî berde. Emîne, anî ziman ku li şûna Mesût Barzanî piştgiriya gelê Mexmûrê bike êrîşê wan dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bila Barzanî bîne bîra xwe ku dema ji ber zilma Saddam reviya kurd xwedî li wan derketin. Em kurd xwedî li Barzanî û şêniyên Başûr derketin. Barzanî çima van rojan ji bîr kiriye? Divê Barzanî ne li gor daxwaza dijminên kurdan tevbigeriya. Ew kurdên li Mexmûrê ji ber zilma dewletê koçê Mexmûrê kirin. Ew kurd ne ji bo kêfê çûne li wê derê. Beriya ku dereng be û poşman be bila ji vê rêya şaş vegere. Bila vê ambargoyê li ser gelê me rake. Em tu carî nikarin li ber vê zilmê bêdeng bibin. Ji ber çi dora Mexmûrê dorpêç kirine. Gelê me li wê derê tên kuştin û bi zilmê re rûbirû ne. Ev çend meh in li dora Mexmûrê dorpêç hatiye kirin.”   Çalakiya li ber deriyê Sêmalka didome   Emîne, di axaftina xwe de bal kişand ser nobeta ku li ber deriyê sînor a Sêmalka hatî destpêkirin û got: "Ev çend meh in dayik li ber Deriyê Sêmalka dest bi çalakiyê kirine. Deriyê sînor ji wan re nayê vekirin û dayik nikarin cenazeyên xwe bigirin. Alîkariyê nadin malbatan. PDK'ê bila cenazeyan radestî malbatan bike. Arteşa Tirk bi tank û teyareyên xwe êrîşê çiyayê Kurdistanê dike. Bi çekên kimyewî êrîş dike. KDP jî piştgiriya Tirkiyeyê dike. KDP piştgiriya neyarên kurdan dike. Zarokên me li dijî zilmê berê xwe dan çiyê. Lê îro çiyayên me tên gulebaran kirin û zarokên me tên kuştin. Kesên ku neyarê qewmê xwe be êrîşê gelê xwe jî dike. Dê rojekî hesabê ji Barzanî bê pirsîn. Bavê Barzanî jî alîkariya Qazî Mihemed nekir û hikûmeta Îranê wî îdam kir. Ger ku bavê Barzanî wisa nekira, dê Barzanî jî neyartiya kurdan nekira. Divê dest bide ser wîcdana xwe û piştgiriyê nede dijminê xwe.”   'Li dijî êrişan divê yekitî pêk bê'    Emîne, daxuyan ku li dijî êrîşên li hemberî Mexmûrê divê Gelê Kurd bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê êrişên li hemberî Rojava û Mexmûrê bi dawî bibin. Bila cenazeyan radestî malbatên ku li Sêmalkayê rawestiyane bikin. Bila ambargoya ser Mexmûrê bê rakirin. Ji bo pêkanîna wan tiştan jî divê di nav kurdan de yekitiyek pêk bê."    ‘Bila piştgiriyê nede neyarên me'    Dayika Aştiyê Taybet Tatli jî di axaftina xwe de bal kişand ser hewldana Mesût Barzanî û got: "Bila Barzanî kurdan nefiroşe. Ji ber ku ew bi xwe jî kurd e. Bila piştgiriya dijmin neke. Ji ber ku em kurd yek in. Em dibêjin xwişk û biratî, ew dibêjin neyartî. Bila wê neyartiyê li me nekin. Em kurd yek in. Kezeba dayikan dişewite. Em naxwazin êdî dayik rondikan bibarîne. Bila hemû dayik dest bidin destên hevdû. Bila Barzanî vê xwînê nerijîne. Bila dev ji şerê biratiyê berde. Bila piştgiriyê nede neyarên me. Ji ber ku em kurd hemû yek in. Navê kurdatiyê li ser Barzanî heye. Em gelek şerm dikin ku Barzanî kurd e. Peşmerge jî kurd e. Êdî bes e. Heta kengî dê Barzanî vê şerê bidomîne. Heta kengî xwîna kurdan birijîne. Ji xwîna kurdan têr nebûn.”   ‘Nikarin vîna mexmûriyan teslîm bigirin'    Taybet, destnîşan kir ku li hemberî Mexmûrê niha ambargoyek heye û wiha axivî: "Barzanî û hikûmeta Iraqê dixwazin kurdên Mexmûrê bikin nav qefesê. Dixwazin vîna gelê Mexmûrê dest bigirin. Lê ew nikarin vîna gelê wê derê teslîm bigirin. Çi dikin bila bikin nikarin gelê wê derê teslîm bigirin. Em dibêjin êdî bes e û destên xwe ji kurdan vekişîne.”   ‘Em ê ji bo Mexmûrê têbikoşin'    Taybet, diyar kir ku xwedî derketina li Mexmûrê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji çar parçeyê Kurdistanê Gelê Kurd li dijî zilmê rabûye ser piyan. Lê Barzanî û PDK li dijî vê yeke derdikevin. Em bang li PDK'ê dikin ku bila hêzên xwe ji paşve vekişîne. Bila êrîşên ser Mexmûrê bide sekinandin. Em xwedî li Mexmûrê derkevin. Em ê heta dawiyê li pey gelê xwe yê Mexmûrê bin û em tu carî dev ji zarokên xwe bernadin. Em ê ji bo Mexmûrê têbikoşin. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo Mexmûrê daketin qadan."