Xizmên Girtiyan: Divê em bibin dengê wan 2022-01-16 16:40:50     AMED /WAN - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan li Amedê di roja 62'yan de û li Wanê jî di roja 38'an de berdewam dke. Malbatan got, "Divê em bibin dengê girtiyan."   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku ji ber înfaza wan hatiye betalkirin nayên berdan ji bo ku bên berdan hatibû destpêkirin li baroyên Amed û Wanê dewam dikin. Nobeda Edaletê ya ku li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê didome, di roja 62'emîn de ye. Rêvebera Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Amedê Mûşeher Oker, çalakiya îro ziyaret kir. Di serdanê de dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Boltan axivî û xwest daxwazên wan bên bicihanîn.   Yek ji xizma girtiyan Bîrgul Çagirci jî bi bîr xist ku di girtîgehê de gelek girtiyên nexweş hene û tenê di mehekê de 6 cenaze hatin derxistin û wiha got: “Dayik 62 roj in nobetê digirin, ji bo ku cenaze ji girtîgehê dernekevin. Heta ku encam bê girtin em li vir in. Em ê ne rojekê, ger hewce bike hezar rojî li vir rûnin."   Rêvebera TUAY-DER'ê Mûşeher Oker, diyar kir ku divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û got, "Girtiyê nexweş ferq nakin bila bên berdan."   Wan   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Baroya Wanê ve hatiye destpêkirin kete roja 38’an. Malbatan di çarçoveya çalakiyên xwe de îro TUHAY-DER'a Wanê ziyaret kirin. Di serdanê de Hevseroka TUHAY-DER'a Wanê Edîbe Batur axivî û diyar kir ku ew daxwazên malbatan di cih de dibînin.   Dayika Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê ye Sefîka Ekîncî, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û got, “Gelek pirsgirêkan ji girtiyan re derdixin. Gardiyan ji girtiyan re dibêjin 'parêzerê we hatiye' lê li şûna parêzeran kesên din tên û dixwazin bi girtiyan re sohbet bikin. Li ser vê yekê girtî hevdîtinê red dikin û diçin qawîşên xwe. Divê parêzerên we biçin û bi girtiyan re biaxivin."   Şefîka wiha got: "Divê em rabin ser piyan û bibin dengê girtiyan. Werin em têbikoşin da ku zarokên me ji vê zilmê rizgar bibin. Em vê dixwazin, em tiştekî din naxwazin. Tenê aştî û edaletê dixwazin."