'Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar' di roja 314'an de didome 2022-01-16 14:43:51     RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: "Divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin 'Edalet'."   Nobeta Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di 9'ê Adara 2021'Ê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 314'an de berdewam dije. Ji ber ku îro dawiya hefteyê bû malatê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal hesabê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Yekemîn Serokê Daîreya Lijneya Dozger û Dadgeran Halîl Koç û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û ev parvekirin kir: "Dayika ku ji bo edaletê bûye remz; ji bo malbata xwe ya ku li nexweşxaneyê hat kuştin û kurê xwe yê li hucreya yekkesî tê girtin divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin 'Edalet'."