ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-16 09:00:00     * Jinên koçer ên ku konên xwe li gundê Kiwex a Hezexê vedane, xwediyê li heman çîrokî ne. Jinan, da zanîn ku ligel xweşika koçeriyê zehmetiyên wê jî gelek in û gotin: "Bar hemû li ser milê jinê ye. Lê ligel her zehmetiyê jî em dibin pêşengên jiyanê." BI DÎMEN    *Girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de diyar kirin ku bila êdî dengê wan bê bihîstin. Li Girtîgeha Jinan a Amedê û Girtîgeha Tîpa F'yê ya Antalyayê gelek girtiyan ji malbatên xwe re pirsgirêkên dijîn ragihandin û diyar kirin ku ew ê dest bi çalakiyan bikin.   *Binevş Agal (Bêrîvan) a ku navê xwe ji “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Bineşa Narîn” girt, ji bo jinên têkoşer bû rêber. Binevş a ku navê xwe bi têkoşîn û berxwedanê nivîsî, ji bo jinên Botanê bû sembola berxwedanê. BI DÎMEN   *Jinên siyasetmedar diyar kirin ku ji bo Tirkiye ji krîza têde derkeve yekane rêbaz rêya sêyeme û ev rê ne tifaqa hilbijartinê, wek avakirina hevpar a jiyana nû nirxandin. BI DÎMEN    *Rola çapemeniyê di demên dawî de wekî êrîşên li hember penaberan û di heman demê de yek ji sedemên esas yên zêdebûna nîjadperestiyê dertê pêşberî me. MEDYA KRÎTÎK