Li 'Nobeta Edaletê' malbatên girtiyan bal kişandin ser têkoşînê 2022-01-15 15:17:36   AMED - "Nobeta Edaletê" ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin hat destpêkirin di roja 61'emîn de didome. Malbatên girtiyan û rêveberên HDP'ê yên Şirnexê û hevparên KESK'ê bal kişandin ser têkoşînê.    "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin li avahiya Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 61'emîn de didome. Ji bo piştgiriyê rêveberên HDP'ê yên Şirnexê û hevparên KESK'ê çûn serdana malbatan.    'Em ê girtina nobetê bidomînin'   Reşahat Ada ya xizma girtiyan e diyar kir ku binpêkirina mafan her diçe zêde dibin û wiha domand:"Tu sûcê zarokên me tune ye ji ber li dijî neheqiyê derketin di hundur de tên girtin. Ev 61 roj in ji bo zarok û xizmên me bên berdan em li vir nobetê digirin. Ne tenê 61 roj bi hezaran roj derbas bibin jî heta daxwazên me bi encam bibin em ê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin."   'Em ê piştgiriya xwe bidomînin'   Endamê Egitim Senê ya Şirnexê Serhat Ugur ê ji bo piştevaniyê hat serdana malbatan da zanîn heta daxwazên girtiyan bên cih ew ê piştigiriya xwe bidomînin.    'Divê malbatên girtiyan tevlî nobetê bibin'    Ji malbatên girtiyan Încî Guler, bal kişand ser sepandina edaletê û got: "Heke li vî welatî hiqûq û edalet hebe bila ji bo me jî jî were sepandin. Bila girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin û girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de bi hestiyar bin. Em dixwazin malbatên girtiyên din jî piştgiriyê bidin çalakiya nobedê."   'Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin'   Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Şirnexê (SES) Mûrat Ozbey diyar kir ku ew rewşa girtiyên nexweş ji nêz ve dişopînin û wiha bi lêv kir: "Tevî ku mafên tenduristiyê mafekî gerdûnî ye jî, lê li Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd, ev maf nayên bicihanîn. Ji bo girtiyan mafên tenduristiyê tên astengkirin."   'Naxwazin çalakiya nobetê bibînin'   Murat, di axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha axivî: "Yên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê pêşî li malbatên ku li vir nobeda edaletê digirin bibînin. Pirsgirêka kurd bêyî dîtina malbata Şenyaşar, Roboskî û Gulîstan Doku çareser nabe. Her kes çalakiya li vir pêk tê dibîne, lê naxwaze bibihîze."   'Bi têkoşînê em ê bi ser kevin'   Rêveberê HDP'ê yê Şirnexê Şahîn Sûmbûl jî çalakiya nobedê silav kir û destnîşan kir ku divê her kes zêdetir piştgiriyê bide vê çalakiyê û wiha got: "Çawa ku di dema grevên birçîbûnê de berxwedanek pêk hat û îqtîdar paşve gav avêt, em ê niha bi mezinkirina têkoşînê careke din bi ser kevin."