Laura Chîmini çû serdana Komeleya Wêjekarên Kurd 2022-01-15 13:36:11   AMED - Ji CIEMEN'ê Laura Chîmini ya ku li Katalonyayê dimîne çû serdana Komeleya Wêjekarên Kurd.    Ji CIEMEN'ê ya ku dezgeheke ji derveyî hukumetê ya Katalan e û balê dikşîne ser mafê netewên bê dewlet Laura Chîmini ya ku li Katalonyayê dimîne çû serdana Komeleya Wêjekarên Kurd. Laurayê ya ku li kar û xebatên Komeleya Wêjekarên Kurd ên tên kirin guhdar kir gelekî kêfxweş bû û serkeftin xwest. Dê piştî serdana Komeleya Wêjekarên Kurd Laurayê biçe serdana hinek saziyên din jî.