Li Mexmûrê girtina Zara Mihemedî hat şermezarkirin: Ziman hebûna me ye 2022-01-15 13:35:08   MEXMÛR - Li dijî girtina mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî û zextên li hemberî ziman, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Em bang li Gelê Kurd û saziyên civaka sivîl dikin ku divê hemû hewldan ji bo fermîkirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî be."   Zara Mihemedî mamostayekê zimanê kurdî ye. Par ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirn, piştre bi kefalet hatibû berdan. Piştî wê Dadgeha Şoreş ya Sineyê 10 sal cezayê girtîgehê ji Zara birî bû. Pişte Dadgeha Temîzê cezayê Zara 5 sal kêm kiribû. Zara di 8'ê çileyê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Sinê. Derbarê girtina Zarayê û zextên li hemberî zimanê kurdî de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla mamoste Sedîq Benek ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Çand, hûner, zanist, bi perwerde û pêşxistina zimanê dayikê tê fêrbûn û fêrkirin. Civak li ser wê pêşdikeve û berhemên civakî ji nifşekî derbazî nifeşekî din dibe.   Li welatê me Kurdistanê, ev mafê gerdûnî û xwezayî, bi zorê ji destê zarokên kurdan hatiye girtin. Zarokê ku heta heft saliya xwe bi fêrbûna zimanê dayika xwe re mezin dibe, fêrî derdor jiyanê dibe, lê mixabin bi çûyîna dibistanên zîhniyeta desthilatdar û dagirkerên kurdistanê re, bi bişaftin û înkarkirina hebûna xwe re rû be rû dibe. Ev zarokê ku ne bi zanebûna vê feraset û siyaseta bişaftinê, qaşo ji bo fêrbûna zanistê înkarkirin li wan tê ferzkirin.    Di pêşketina çaxê teknolojî û ragihandinê de zimanê dayikê fêrbûn xwedî girîngiyeke mezine. Her çendî di dîrokê de, zimanê kurdî xwedî bingehekî kûr û fireh jî be di roja me ya îro de di destê dagirkeran de hatiye bişaftin. Lê belê ji ber ku ziman heyînek zindiye, kesek nikare pêşiya fêrbûna wê bigre. Xwe ne ragirtina zîhniyeta desthilatdar û nîjadperestiya dewletên dagirker li beramberî perwerdeya bi zimanê kurdî rasterast dijminatiya bi Gelê Kurd re têkildare.   Mînaka herî berbiçav li Tirkiyê û Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî û stranên bi kurdî wekî tawan tê bidestgirtin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê mamoste Zara Mehemedî ji ber ku waneyên zimanê kurdî daye zarokan pênc salî cezayê zîndanê lê hat birîn.    Em weke qada perwerda ya Mexmûrê bi tu şêweyî di cî de nabînin ku zimanê kurdî li Kurdistanê bikeve di rewşa zimanên hilbijêrî de. Ev tê wateya înkarkirina xwe û zimanê. Ji ber ku kurd û tirk bi hev re dijîn çawa ku zimanê tirkî fermiye, pêwîste zimanê kurdî jî di perwerdê de bibe zimanê fermî.   Ji bo vê em bang li Gelê Kurd û saziyên civaka sivîl dikin ku divê hemû hewldan ji bo fermîkirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî be. Ev mafê her zarok û kesayetekî/ê kurd yê gerdûnî û xwezayî ye. Pêwîste em li zimanê xwe xwedî derbikevin.   Ziman, hebûn û nasnameya me ye!   Bijî perwerdeya bi zimanê dayikê!   Bijî perwerdeya bi zimanê kurdî!"