Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê bi sernavê 'Guhertina ji kokê şert e' derket 2022-01-15 11:07:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêveka Jinê ya rojnameya Yeni Yaşamê di hejmara xwe ya nû de bal kişand ser qeyrana aboriyê.    30'yemîn hejmara Pêveka Jinê ya rojnameya Yeni Yaşamê ya ji 15 rojî carekê derdikeve bi berga "Barê qeyrana aboriyê herî zêde li ser jina ye: Guhertina ji kokê şert e" hat weşandin. Di hejmara nû de qeyrana aboriyê û xizaniya jinê derket pêş.  Ayşe Duzkan, Necla Akgokçe û Nebile Irmak bi nivîsên xwe qeyrana aboriyê û xizaniya jinê anîn ziman. Oznur Deger jî mîkrofona xwe dirêjî jinên li kolanan kir û cih da daxwaza jinan a li dijî qeyranê "guhertin".    Di hejmara nû de di heman demê de wergera gotubêja bi sernavê "Azadiya mayinê, azadiya tevgerê" ya bi Liam Hough’ın Harsha Walia cih digire. Di vê gotubêjê de polîtîkayên sînor û penaberan hatiye destgirtin. Gotara bi sernavê "Rêxistina Mafên Refahê ya Navneteweyî, ji bo Emerîkayiyên reş edaleta aboriyê dixwest" mijara têkoşîna jinên reşik a li dijî xizaniyê digire dest.    Saime Topçu bi di Elewîtiyê de çanda "Dayikê" balê dikşîne ser cihê jinê. Heval Arslan jî bal kişandiye ser serhildana jinên li ber Deriyê Sêmalkayê daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.