ROJEVA 15'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-15 09:00:00   *Endama Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz di nirxandinên ku ji bo ambargo û êrişên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk tên kir de wiha got: "Bi hevkariya dewleta tirk PDK'ê gav bi gav planên xwe yên li ser Mexmûrê xistin meriyetê. Êrişên ku pêk tên bi armanca valakirina Mexmûrê û şikandina vîna penaberan e. Ev çend sal in ambargo dewam dike. Heta em nebin xwedî nasnameya azad em dev ji Mexmûrê û doza xwe bernadin. Tu êriş nikare bi me." DÎMEN HEYE   *Parêzvana maf Zeynep Duygu ku berê di cemaetê de mabû û derbarê întîxara Enes Kara de nirxandin kir wiha got: “Cemaet û tarîkat tenê li cihên ku xizanî heye, mezin nabin zêde nabin.” BI DÎMEN    *Hevalên têkoşînê yên Ayselê diyar kirin ku dewlet ji bo lêborînê deyndarê Ayselê ye û gotin: “ATK hevkarê cezayê darvekirina fîîlî ya AKP’ê li girtîgehan kiriye dewrê ye. Ayselê ji bo mîlyonan têkoşîn da. Niha dora mîlyonan e ku ji bo Ayselê têbikoşin.”  BI DÎMEN    *ÎHD’a Stenbolê bi malbatên girtiyan re bi dirûşma ‘em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin’ di meha çileyê de her rojên şemiyê di navbera saet 14.00 û 17.00’an de bernameyê pêk tîne. Ji bo bernameyê banga tevlibûnê hat kirin. DÎMEN HEYE