Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan hat lidarxistin 2022-01-15 08:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 52 welatan li dora 6 hezar jinî li dijî Wezareta Dadê û ATK'ê ji bo Aysel Tugluk bang kirin û li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan li dar xistin.   Bi îmzaya "Ji bo azadiya Aysel Tugluk 1000 jin" di 7'ê Çileyê de jinan dest bi kampanyayê kirin û di demeke kurt de ev bi piştgiriya dora 6 hezar jinên ji 52 welatî veguherî bangeke berfireh. Jinan li ser medyaya dîjîtal bi kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan bang li Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî (ATK) kirin da ku peywira xwe bi cih bînin.    Di bangê de jinan bal kişandin ser rapora ku Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne û xwestin Ayselê demildest bê berdan. Jinan xwestin biryar li gor hiqûq û mafên mirovan bên dayin. Her wiha bang li Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî (ATK) hat kirin da ku li gor hiqûqê û mafê mirovan tev bigerin.   Kampanyaya li ser medyaya dîjîtal   Jinan bi etîketa  #AyselİçinGeçOlmadan ji bo Aysel Tugluk wiha gotin:"Em wekî jin di vê pêvajoya bêhiqûq de bang li hemû rayedaran dikin ku li gor hiqûq û zanyariyê tev bigerin. Em di her qada jiyanê û têkoşînê de ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."