Çalakvanên Sêmalkayê: Cenazeyan radestî malbatan bikin 2022-01-14 16:04:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ku serdana çalakiya li Sêmalkayê kir. Di serdanê de wiha hat gotin: "Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin, cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin."    Hêzên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di şeva 26'ê tîrmeha 2021'an de kemîn danî ber 3 endamên HPG'ê û ew revandin. Aqûbeta van hînê ne diyar bû, PDK'ê vê carê jî di şeva 28-29'ê tebaxa 2021'an de kemîn danî pêşiya komeke ji 7 HPG'iyan en ku ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibûn. Ji vê komê 6 kes jiyana xwe ji dest da, yek bi saxî rizgar bû û piştî çend rojan xwe gihand hêzên xwe.    Malbatên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê xwestin cenazeyên xwe werbigirin. Lê daxwazên malbatan hatin redkirin. Malbatan bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobetê 102 roj in didome.    Îro danê sibehê endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê berê xwe da Sêmalkayê da ku piştgiriyê bidin çalakvanan. Piştî ku gihaştin Sêmalkayê, cîgira Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwêş axivî û diyar kir ku kiryarên wiha PDK'ê ber bi xiyanetê ve dibin.   Bêrîvan, destnîşan kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan piştgiriyê didin malbatên şehîdan û çalakvanên li Sêmalkayê. Her wiha bang li rayedarên Başûr kir ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û deriyên sînor vekin.   Bêrîvan, di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir bi erka xwe ya mirovî rabin, cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.   Tê payîn ku endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê sibê beşdarî çalakiyê bibin.