Dê malbata Gulistanê çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomîne 2022-01-14 15:10:09   DERSIM - Dê malbata Gulistan Doku çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber li ber Edliyeya Dersimê dabû destpêkirin li ber Wezareta Dadê bidomînin.    Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’î de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiyê di roja 14’an de berdewam kir. Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyeyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Malbatê xwest aqûbeta keça wan diyar bibe. Nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên sivîl jî piştgirî dan malbatê.    Xwişka Gulistanê, Aygul Doku li ber edliyeyê axivî û diyar kir ku ew ê ji niha şûn ve çalakiya xwe li ber avahiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê berdewam bikin.