Li Kampa Lavrîonê ji bo zarokên kurd dibistan hat vekirin 2022-01-14 14:03:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo zarokên kurd li kampa Kurdistanîyan a Lavrionê ya bi ser Atinayê ve, dibistana seretayî vebû. Perwerde hefteyê çar rojan tê dayin û dersên wek bîrkarî, jiyan û hawîrdor, mûzîk, kurmancî, xwendin û nivisandinê tên dayîn.   Li kampa Lavrionê ya li paytexta Yewnanistanê ya bi navê Atînayê ya koçberên kurd, malbatan ji bo zarokên xwe perwerde bikin di nav kampê de dibistana seretayî ava kirin. Ji bo ku zarokên kurd çanda xwe û civakbûnê fêr bibin perwerde hat destpêkirin. Perwerde hefteyê çar rojan tê dayin û dersên wek bîrkarî, jiyan û hawîrdor, mûzîk, kurmancî, xwendin û nivisandinê tên dayîn.   Koçberên kurd ên li kampê bi awayekî demokratîk û komûnal rêxistiniya xwe ava dikin. Şêniyen kampê bi vê çarçoweyê ji bo zarokên xwe dibistan ava kirin û dest bi perwerdeyê kirin. Niha dibistanê bi deh zarokan dest pê kir û dê li ser çand û exlaqa civakbûnê perwerde bê dayin.   'Dagirker li ser ziman û çanda me polîtîkayên qirêj dike'   Mamosteyê dibistanê Agît Kaplan bal kişand ser pergala pişaftinê û wiha axivî: " Em li vir zarokan bi zimanê kurdî perwerde dikin. Em dixwazin hişmendiyeke demokratîk û komûnal bi wan re çêbikin. Li Kurdistanê dagirker li ser ziman û çanda me polîtîkayên qirêj dike. Dixwaze me bide helandin û qedandin. Lê em ê her tim li  ber xwe bidin û ziman û çanda xwe biparêzin. Bila malbatê me yê Ewropayê jî ji bo perwerdeya zarokan hewl bidin. Zarok pêşeroja me ne."   Malbatên li nav kampê jî wek mamosteyan di nav jiyanê de li ser perwerdeya  zarokan disekinin û dixwazin zarok bi çand û dîroka kurdî mezin bibin.