Ayşe Acar: Ger tiştek bi serê girtiyan were desthilat berpirsiyar e 2022-01-14 13:34:13   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di nava sala 2021'ê de tundiya li ser jinê li gor sala borî ji sedî 15 zêde bûye. Ayşeyê bal kişand ser gefxwarina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji aliyê gardiyanan ve û wiha got:"Ger tiştek bi serê girtiyan were desthilat berpirsiyar e."   Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi civîna çapemeniyê ya li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê hat lidarxistin geşedanên rojane nirxand.    Komkujiya Konyayê   Ayşeyê da zanîn ku komkujiya Konyayê wekî kuştina Deniz Poyraz ne bûyereke munferît e û wiha domand:"Ev êriş ne êrişeke ku ji aliyê kesekî ve pêk hatibe ye. Yên ku ev komkujiya plan kir îktidara ku bi polîtîkayên xwe yên nefretê civakê tîne hemberî hevdu ye. Heta bersûcên esas ên kurd kirin hedef bên darizandin em ê şopdarê vê dozê bin."   Rewşa girtîgehan    Ayşeyê bi lêv kir ku rejîmeke tecrîdê ya ji Îmraliyê belav dibe heye û wiha lê zêde kir:"Faturaya tecrîdê li girtiyan tê birîn û êrişeke topyekun li girtîgehan li dijî girtiyan heye. Sepandinên li girtîgehan mîna yên salên 80'ê ne. Bi betalkirina înfazan, îşkenceya li girtiyan tên kirin, neavakirina şerdên ji bo girtiyên nexweş, dayina raporên ATK'ê yên ji bo girtiyên nexweş a 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide xuyakirin ku çawa nêzî rejîma îdamê ya fîîlî dibin."   Ayşeyê di dewamiya axaftina xwe de wiha got:   "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Ji vana yek jê Aysel Tugluk e. Zanîngeha Kocaeliyê dibêje 'nikare di girtîgehê de bimîne'. Lê tevî nexweşiya giran Ayselê nayê berdan. Ne tenê Aysel Tugluk Hevseroka HDP'ê ya Mûşê ya berê Muhlise Karaguzel jî tevî gelek nexweşiyên wê hene jî nayê berdan. Girtiyên jin ên mîna Garibe Gezer bi tecawizê û tundiyê rû bi rû mane û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane hene. Lê belê kesên vê yekê şermezar dikin tên girtin. Li Girtîgeha Kandirayê cezayê dîsîplînê li 15 jinên girtî yên mirina Garibeyê şermezar kirin hat birîn. Dîsa Leyla Guven bi gefxwarina gardiyanan rû bi rû ma. Berpirsiyariya pirsgirêkên ku derbarê hevalên me yên rehîn hatine girtin de aîdî îktidar û Wezareta Dadê ye.   Em ê li gel Semra Guzel bin   Hevala me Semra Guzel ji ber yekî ku ji xwe re dibêje rojnameger im wêneyên wê belav kir bi gotinên zayendperest rû bi rû ma. Em dizanin ku dema îktidar hêza xwe winda dike êrişî jinan û partiya me dike. Em ê li gel Semra Guzel bin. Li vî welatî tundî û cinayetên jinan her roj zêde dibin. Lê belê îstatîstîkên rast ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve nayê parvekirin. Dema em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in îktidar bertekê nîşanî vê yekê dide. Li welatên demokratîk û alîgirê jinê Serokê Dadgeha Bilind hesab dide. Lê belê hûn çima mêran diparêzin? Di 8'ê Adarê de jî jin derketibûn qadan û tundî, cinayetên jinan şermezar kiribûn lê belê serokê dadgehê li ser dosyaya jin jê dihatin darizandin got 'Li vî welatî 10 jin ger dimirin 20 jî mêr dimirin' em jî kom bibin? Ev nêzîkatî nîşan dide ku tundî, îşkence û kuştinên jinan polîtîk e. Her roj newekheviya zayenda civakî û cinayetên jinan zêde dibin. Ev jî di televiyonan de bi awayekî pornografîk tên nîşandan. Her wiha tifaqa AKP-MHP'ê destkeftiyên jinan ji destên wan digire. Li vî welatî bi qedexeya kurtaja fîîlî zarokên temenê wan biçûk bi zorê tên zewicandin û bi vê yekê pêşiya îstismarê tê vekirin. Ji bo jin di nava malbatê de nebin argumanên azad çi ji destên îkdatidarê tê dike. Mînaka vê ya dawiyê pakêta darazê ya 6'emîn e. Di vê pakêta darazê de nîqaşên nefeqeyê mafê nefeqeyê yên zarokan û ûsûla hevberdanê tên nîqaşkirin.    Divê tendirustî û siberoja jinê di rojava we de be   Dîsa li ser  şêwazên hevberdanê û navbeynkariya malbatê tê axaftin. Wekî fîîlî navbeynkariya malbatê li vî welatî pêk tê. Dema tundî li jinê tê kirin û diçe qereqolê jê re gotina 'Ma wê ji şîmaqekê çi bê?' tê kirin. Bi van gotinan jiyana di nava tundiyê de li jinê tê ferzkirin. Lê belê em dev ji Peymana Stenbolê, mafê nefeqeyê, destkeftiyên xwe bernadin. Me ev bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Li tevahiya welêt qeyrana aboriyê heye. Fatureya herî buha ji jinê re tê birîn. Ji ber polîtîkayên nefretê yên îktidarê, ji ber çavkaniyên welêt ji şer, ji alîgiran, ji rantê re dihere loma em fatureya qeyrana aboriyê didin. Jin herî zêde di bin bandora vê yekê de dimînin û nikarin alavên paqijiyê bigirin. Tampon û ped bi buhayên zêde tên firotin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya jinê dike. Me wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê teklîfa qanûnê da meclîsê da ku alavên paqejiyê ji bo jinê belaş bê dayin. Lê derbarê vê yekê de tu geşedan pêk nehatin. Wezareta Malbatê dibêje 'Em ê sererastkirinekê bikin' lê belê ev gotin li hewayê dimîne. Em bang li Wezareta Malbatê dikin: Jin nikarin alavên paqijiyê bigirin. Divê ev yek di rojeva we de be. Divê tendirustî û siberoja jinê di rojava we de be. "