Êrişa sîstematîk li Perîşana ku bi guman jiyana xwe ji dest da, hatiye kirin 2022-01-14 09:04:25     WAN - Hat hînbûn ku êrişa sîstematîk ji aliyê mêrê pê re zewicî li Perîşan Kuran a bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, hatiye kirin. Ev tundî di 11 salên zewacê de li Perişanê hatiye kirin.    Di 10'ê Çileyê de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê Perişan Kuran li mala xwe bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Perîşanê ji bo otopsiyê rakiribûn Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û piştre ji aliyê malbata wê ve hat definkirin.    'Kesî dengê min nebihîst'   Xizmeke Perişanê ya xwe gihaşt ajansa me diyar kir ku ev nêzî 11 salan bû ku Perişanê zewicî bû û F. Kuran ê pê re zewicî tundiya sîstematîk lê dikir. Xizma Perişanê anî ziman ku wê ev gotinên dawî yên "Min ewqas hewil da ku dengê xwe bi milet bidim bihîstin. Kesî dengê min nebihîst. Ez êdî îdare nakim" ji Perişanê bihîstiye.   Vegeriya mala ku tundî lê didît   Xizma Perişanê diyar kir ku ji ber tundiya Perişanê dîtiye gelek carî li nexweşxnayê hatiye tedawîkirin û ji ber vê tundiyê ew gelek caran çûye mala malbata xwe lê belê bi têkiliya malbatan ew dîsa vegeriyaye mala ku lê tundî didît. Xizma Perişanê anî ziman ku roja bûyer qewimiye mêrê bi Perişanê re zewicî li apê xwe geriyaye û gotiye zarok li ber derî sekinîne.