ROJEVA 14'Ê ÇILEYÊ YA 2021'Ê 2022-01-14 09:00:00     *Jinan destnîşan kir ku tenê bi şikandina tecrîdê jiyanek azad û aram pêkan e û wiha gotin: “Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Heta ku tecrîda li ser wî neyê bidawîkirin em ê hemû di bin tecrîdê de bimin. Em aştiyê dixwazin û êdî bila xwîn neye rijandin.” DÎMEN HEYE   *"Li vir derketina qada hiş, wek guzergahên dîrokî yên girîng û dema damezrandinê, li gorî min bi polîtîkayekê, hîn bêtir bi avabûna têkiliyekê û dengê ji kolanê dertê derbas dibe. Kolanên Tirkiyeyê niha hinekê wek hatiye çewisandin tê dîtin lê di serî tevgera Kurd û tevgerên li dijî binpêkirin û nîjadperestiyê yên li Tirkiyeyê hene." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinan diyar kirin ku di şexsê Aysel Tugluk de li hember hemû girtiyên nexweş pêkanînên dijmirovahî mijara gotinê ne û divê demildest dawî li vê pêkanînê bê, girtiyên nexweş bên berdan. BI DÎMEN   *Nihat Kazanhan ê 12 salî li Cizîrê dema li ber mala xwe dilîst bi guleya polîsan hat qetilkirin. Dayika Nîhat Ayşe, diyar kir ku di ser qetilkirinê re 7 sal derbas bû û got: "7 sal in ez li benda pêkanîna edaletê me. Hêj jî kujerên kurê min nehatin darizandin. Edaletê vî dewletê tuneye. Dewlet kujerên zarokên me diparêze."  BI DÎMEN    *Lîstîka bi navê "Halê Ma" ya bi kirmançkî dê li Îzmîrê derkeve pêşberî şanohezan. BI DÎMEN