Li Enqere, Stenbol û Mêrsînê çalakiyên 'Serê Salê' hatin lidarxistin 2022-01-14 08:29:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebata 13'ê Çileyê roja wekî sersala kurdan tê qebûlkirin li Enqere, Stenbol û Mêrsînê çalakiyên "Serê Salê" hatin lidarxistin.   Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê bi boneya "Sersalê" şahiyek li dar xist. Dengbêj Xanî Qereyazî, Mihemedê Ferhadî, Xalîde, Bedreddîn Ebasî, koma muzîkê Koma Golgedekîler û hunermend Mervan, Denîz Esmer, Genim, Nûrcan Degîrmencî û Rûken Yilmaz tevli şahiyê bûn.    Hunermendê NÇM'ê Talat Yeşîl, temî kir ku sala nû ji bo gelê kurd bibe sala azadiyê û sersala her kesî pîroz kir.    Paşê di şahiyê de ji bo deqeyekê rêz hat girtin. Bi dû re dengbêj û hunermendan dest bi kilam û stranên xwe kirin. Kesên tevli şahiyê bûn bi kilam û stranan govend gerandin.   Her wiha di şahiyê de zûgotinok jî hatin gotin. Ji beşdaran kesên tevli zûgotinakan bûn, roman û çîrokên kurdî diyarî wan hatin kirin.    Mêrsîn   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo Serê Salê çalkiyek li dar xistin. Endamên TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di şahiya Sersalê de kincên xwecihî li xwe kirin û li taxê mal bi mal geriyan. Ciwanên HDP'î û jinên TJA'yî bi erbaneyê geriyan û sersala malbatên ku ew pêşwazî kirin pîroz kirin.    Malbatan jî kesên sersala wan pîroz kirin bi tilîliyan pêşwazî kirin û diyarî dan wan.    Enqere   Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê ji bo Sersalê çalakiyek li dar xist. Li hêwana ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên li ser "Li dijî polîtîkayên bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn" û "Serê salê pîroz be" nivîsandî daliqandin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiya serê salê da.    Di şahiyê de govend hat gerandin û lîstika Kal û Pîrê hat lîstin.    Şahî bi stranan bi dawî bû.