Ji bo ku Gulîstan Doku bê dîtin ji 600 parlamenteran re name 2022-01-13 16:16:54   DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku di roja 13’emîn de li ber Edliyeya Dersimê çalakiya xwe ya ji bo dîtina Gulîstanê  didomîne bang li Meclîsê kir ku Komîsyona Lêkolînê ava bike.    Ji 5’ê Çileya 2020’î ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê Gulîstan Doku nayê wergirtin. Malbata Gulîstan jî ji ber vê yekê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê daye destpêkirin. Çalakî di roja 13’emîn de berdewam dike û li aqûbeta keça xwe dipirsin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana malbatê kirin û piştevanî kirin. Dayika Gulistanê, Bedriye, bavê wê Halît û xwişka wê Aygul di saetên nîvro li ber edliyê nobet girtin û piştre jî çûn ber walîtiyê û daxuyanî dan û bang li walî kirin.    Ji bo 600 parlamenteran name   Malbatê diyar kir ku derbarê dîtina keça wan de lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û ji bo dîtina keça xwe name ji 600 parlamenterên li Meclîsê re şandine. Malbatê bi bîr xist ku berê li Meclîsê bi dengên parlamenterên AKP û MHP’ê avakirina Komîsyona Lêkolînê hatiye redkirin û heta komîsyon were avakirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.    Li ber walîtiyê nameya ji parlamenteran re hatiye şandin jî hat xwendin.