Emîne Şenyaşar daxwaza berdana Fadil Şenyaşar kir 2022-01-13 13:17:47   RIHA - 311 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome, Emîne Şenyaşar li gel ku nexweş e jî têkoşîna xwe ya edaletê didomîne daxwaza berdana Fadil Şenyaşar kir.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 311’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyê û dest bi nobedê kirin.     Emîne Şenyaşar a ku ji ber nexweşînên xwe du rojan nehat çalakiyê îro hat û diyar kir ku nobeda wan di  in zilmê de dewam dike. Emîne Şenyaşar xwest ku lawê Fadil ê 3 sal û 7 meh in li Xarpêtê girtî ye bila were berdanê û heta ew neyê berdan dê nobeda wan bidome.    Emîne, da zanîn ku wan sê demsal li pey xwe hiştiye û heta niha ji bo daxwaza wan gavek nehatiye avêtin û ew nexweş e jî lê dîsa ji bo edaletê têdikoşe û beriya ew bimire dixwaze lawê were berdanê. Emîne Şenyaşar got edalet nemaye û bang li dozger û dadgeran kir ku temaşevan nemînin.    Emîneyê anî ziman ku rojên ew ji ber nexweşîna xwe nikare were nobedê jî her tim lawê xwe Ferît ku nobedê digire difikire û her tim hişê wê li ser nobedê ye û îro jî ew nexweş bûye lê dîsa jî hatiye nobedê.     Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê parve kir: “Dema li Meclîsê behsa têkoşîna me ya edaletê tê kirin, palamenterên AKP’ê li Meclîsê xwe dixin şûna miriyan. Çima ji AKP’ê parlamenterek ranabe û îtîrazî vê yekê nake.”