Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneyê 2022-01-13 11:29:48     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê xwendekarên perwerdeya sala 2021'ê û 2022'yan îro li dibistanên xwe bi merasîmekê karneyên xwe girtin û ketin betlaneya nîvê salê.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 pêşdibistan, 4 dibistanên seretayî, dibistanek navîn û dibistanekî Amadeyî Peymangehek û Akademiyek heye. Li wargehê îro xwendekarên perwerdeya sala 2021'ê û 2022'yan li dibistanên xwe bi merasîmekê karneyên xwe girtin û ketin betlaneya nîvê salê. Di merasîmê de li ser girîngiya perwerdê Mamoste Narîf Kapar axivî.   Narîf, wiha bal kişand ser rojê: "Serkeftina perwerdê li Rêber Apo, şehîdên azadiya Kurdistanê, gerîlayên serê çiya û gelê welatparêz pîroz dikin. Ev roj rojekî pir pîroze ji bo me ji ber ku em bi rojekî wisan xeyalên Rêbertiya xwe û şehîdên xwe pêktînin. Eger ku em îro bi zimanê xwe perwerde dibînin bi saya Rêbertî û şehîdane, ji bo wê divê em vê kedê tu carî ji bîr nekin û xwedî lê derkevin. Em carekedin vê serkeftina we û keda we daye li we pîroz dikin."   Piştî axaftinê merasîmê xwendekarên ku di polên xwe de pleya yekemtî girtine derketin pêşî û diyariyên xwe girtin û piştre jî xwedekaran di polên xwe de karnameyên xwe girtin.