Ji bo salvegera damezrandina Kongreya Star şahî hat lidarxistin 2022-01-13 11:23:44     ŞEHBA - Bi boneya salvegera 16'emîn damizrandina Rêxistina Kongreya Star li Şehbayê şahî hat lidarxistin.   Salvegera 16'emîn damizrandina Rêxistina Kongreya Star li Şehbayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê duh li Kantona Şehbayê li hola Mîtanê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê şahî li dar xist. Hemû jinên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn. Her wiha hol bi alên Rêxistina Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên jinên berxwedêr Sakîne Cansiz hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen axivî.    'Em ê berxwedan û tekoşîna xwe mezin bikin'   Şêrînê roja damizrandina Rêxistina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: "Weke tê zanîn îro roja salvegera damizrandina Rêxistina Kongreya Star a ku di 2005'an de hat ragihandin. Em wek Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê vê rojê li hemû şervanên azadiyê û li Rêber Apo û li cangoriyên azadiyê pîroz dikin. Wek tê zanîn di vê heyvê de salvegre komkujiya Parîsê bû ya ku di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez gihaştin asta şehadetê. Bi saya fikir û felsefa Rêber Apo îro em hemû jinên kurd kar û xebatê dimeşînin û civakê bi rê ve dibin. Di sala 2005'an de Rêxistina Kongreya Star di Rojavayê Kurdistanê de hat damezrandin. Di vê rojê de em silavên xwe bi taybet ji jinên ku îşkence li wan tê kirin, rê dikin. Bi vê boneyê em dibêjin bi keda jinên azad jinên ku rêya azadiyê şopandin û gihaştin asta şehadetê, me vîn û berxwedana xwe ji wan girtiye. Ji ber vêya jî bi rihê Sakîne, Fîdan û Leyla em ê berxwedan û tekoşîna xwe mezin bikin û rêxistina xwe xurt bikin. Wê sala nû bibe sala rizgarkirina hemû jinan a ji şîdetê. Em ê jî wek jinên Efrînê li ser şopa pekrewanan bin. Em ê Efrînê rizgar bikin."   'Jin bûn pêşengên civakê'   Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Fatime Silêman da zanîn ku wê rêxistina wan berdewam be û tu kes nikare hêza jinê têk bibe û wiha anî ziman: "Em vê rojê li tevahî jinan û li Rêberê mirovahiyê pîroz dikin. Em wek jin îro di bin sîwana Rêxistina Kongreya Star de kar û xebata xwe dimeşînin. Her tim em hewl didin xwe bigihêjin hemû jinên bindest û pirsgirêkên jinan çareser bikin. Em wek Rêxistina Kongreya Star erka me ye ku em hemû jinan perwerde bikin û zane bikin. Bi saya fikir û felsefa Rêber Apo îro jin di nav hemû qadên civakê de seknek xwe ya xurt heye, jinê xwe û mafê xwe nas kir. Êdî jin bûn pêşengên vê civakê, gelek jinên me yên leheng û berxwedêr hene. Em hêz û sekna xwe ji wan jinên leheng û têkoşer digirin. Em li ser şopa Zîlanan û Bêrîtanan dimeşin, ji ber vê yekê dijmin nikare jina kurd têk bibe. Em wek jinên Efrînê hêvî dikin ku di vê sala nû de Efrîn û hemû jinên bindest rizgar bibin."   Piştre Hunermend Fatime Silêman, koma pekrewan Hêva ya Kevana Zêrîn û Koma Buhara Şehbayê stanên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma govendê ya Pakrewan Ronahî govenda xwe ji beşdarvanan re pêşkêş kir.   Şahî bi gerandina govendên Efrînî bi dawî bû.