‘Li pişt êrîşên li dijî HDP’ê sûcekî organîzekirî heye’ 2022-01-13 09:04:03     Sema Çaglak   AMED - Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz, destnîşan kir ku di êrişên li dijî rêxistina HDP’ê de sûcekî organîzekirî heye û wiha got: “Di destê vê desthîlatdariyê de ji bo xapandina gel êdî tu tiştek nema ye. AKP-MHP her diçe lawaz dibin. Ji ber wê ye ku bi hemû hêza xwe êrîşê HDP’ê dikin.”   Zext û êrîşên li dijî siyaseta kurd her diçe zêdetir dibin. Ev zext û êrîş jî herî zêde di ser HDP'ê re xwe nîşan didin. Di 18'ê ê Hezîranê de li Îzmîrê êrîşî avahiya HDPê  kirin û xebatkara partiyê Denîz Poyraz hate qetîlkirin. Di 28 ê Kanûnê de jî hat xwestin ku li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievlera Stenbolê komkujiyekê bikin. Lê tevî van êrîşên ku aşkera tên kirin jî êrîşkar tên berdan û kujer bi rêk û pêk nayên darizandin û hêza li pişt kujeran jî nayê aşkerakirin.     Siyasetmedar  Meryem Yildiz û Hevseroka Komeleya 78'an Halîse Batkî derbarê êrîşên li ser HDP'ê nirxandin kirin.    Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz, destnîşan kir ku desthîlatdar bi hedefgirtin û êrîşên li dijî sîyaseta kurd dixwazin xwe li ser piyan bihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên dîplomasiyê yên HDP’ê hem di nav xwe de û hem jî li derveyî xwe nîşan didin ku HDP her diçe mezintir dibe. Pêşketina HDP’ê bi xwe re gelek aliyên erenî jî tîne. Di vê pêvajoyê de di fikriyata HDP’ê de israrkirina di demokrasiyê de berfirehtir bû. Bi taybetî jî piştî kongreyên HDP'ê,  li parlementoya Ewropayê gelek serdan hatin kirin. Di wan serdanan de em peyama  ku ji derve de jî HDP piştgiriyê digire dibînin. Lê belê em bi desthîlatdariyek yekperest re rûbirû ne. Lewra ewqas êrîş û zext li dijî partiya me tên kirin. Ji aliyek din ve jî doza girtina HDP’ê heye. Sedema wan ewqas êrîş û zextan têkçûyîna hikûmeta AKP-MHPê ye. Desthîlatdar her diçe hêzê winda dike. Hêza ku winda dike jî dixwaze bi polîtikayên yekperest, netewperest civakê bixapîne û bi taybetî jî bi krîmînalîz kirina HDP’ê dixwaze ji xwe re polîtikayek biafrîne. Ew jî dizane ku heta HDP’ê têk neçe nikare bi ser bikeve loma bi hemû hêza xwe êrîşî HDP’ê û kurdan dike.”   ‘Li pişt êrîşên li dijî HDP’ê sûcekî organîzekirî heye’   Meryem anî ziman ku di êrîşên li dijî HDP’ê de sûcekî organîzekirî heye û wiha pêde çû: “Kesên di destê wan de çek çawa bi hêsanî dikarin û êrîş bikin. Aşkereye ku di vê de sucekî organîzekirî heye. Ji aliyê hemû kesan ve baş tê zanîn ku HDP piştgiriya kê bike ew dibe desthîlatdar. Niha jî hemû aliyên muxalîf bi dengê bilind nerazîbûnên xwe yên li dijî desthîlatdariya AKP-MHP’ê tînin ziman. Ew şerê ku di nav Tirkiyê de tê kirin şerê civakî ye. Di vî şerî de jî nerazîbûnên li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê bi dengekê bilind tînin rojeva HDP'ê. Lewra herî zêde jî li dijî HDP êrîş tên kirin. Bi salan e bi vê şêwazê hem li derve hem jî di pirsgirêkên navxweyî de kurd tên bikaranîn. Lê belê kurd wê rewşê naxwazin û sîyasetek demokratîk armanc dikin.”   ‘AKP-MHP her diçe lawaz dibin’   Meryem daxuyand ku kevneşopî û kokên HDP’ê pir kevnar in û îro ew kok xwe di nava civakê de nîşan didin. Meryem diyar kir ku pêşketina sîyaseta kurdan hikûmeta heyî aciz dike û wiha axivî: “Di destê vê desthîlatdariyê de ji bo xapandina gel êdî tu tiştek nema ye. Em dikarin bêjin ku êdî AKP-MHP qediya ne û lawaz bûne. Dizanin  ku edî nikarin bi ser bikevin û bi hêz bibin. Her wiha tê dîtin ku polîtîkayên wan di nav civakê de jî tên teşhîrkirin. Ji ber vê jî dixwazin ji nû ve li ser îdeolojiya netewperestî dengên xwe yên heyî biparêzin û bigirin. Desthîlatdariya heyî ji tu beşekê  bersîvek nikare bigire. Hemû derî li ser tên girtin.”   ‘Têkbirina vê desthîlatdariyê ji HDP’ê derbas dibe’   Meryem bilêv kir ku bi êrîşên li dijî HDP’ê tê xxwestin peyamê bidin  muxalîfan û wiha pêde çû: “Bi taybetî jî di demên dawîn de beşên muxalîf zêdetir dengê xwe li dijî polîtîkayên hikûmetê bilind dikin. Têkbirina vê hikûmetê ya ku çavên xwe ji pirsgirêkên civakê re digire ji HDP’ê derbas dibe. Ji ber ku sekna HDP tim diyar e. Êdî sekn û helwesta beşên muxalîf jî diyar dibe. Ji ber vê desthîlatdar bi êrîşên li hember HDP’ê dixwazin peyamê bidin beşên muxalîf jî. Di vê hêlê de em gefên li ser şaredariya Stenbolê dikarin mînak bidin an jî tayinkirina qeyûm ya ji Zanîngeha Bogaziçî yê re. Ev hemû girêdayî hevdû nin. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê ev zîhnîyeta qeyûmê hêdî hêdî bi xwedî kirine pêş xist.  Lê di vê pêşxistina zihnîyeta xwe de jî tim HDP bi kar anîn. Lê ew jî baş dibînin ku HDP her diçe mezintir dibe. Îro siyaseta HDP'ê hemû qadên civakê di nav xwe de dihewîne.”   ‘HDP her ku diçe mezin dibe’   Meryem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di kongreyên HDP ê yên ku bi coşekê mezin hatin lidarxistin de hêza HDP'ê zêdetir hate xuyakirin. Divê baş bê zanîn ku bingeha HDP'ê bingehek polîtîk e û ew bingeh ewqas bi hêsanî nayê têk birin. Zêdebûna êrîşên li dijî HDP’ê xwedîderketina li HDP’ê jî zêdetir dike. HDP bi mîlyonan e û têkoşîna xwe di bin banê avahiyekê de bi sînor nake.”   ‘Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî sîyaseta demokratîk in’   Hevseroka Komeleya 78' an Halîse Batgî jî axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî HDP'ê hiqûq û pergala sîyaseta Tirkiyê nîşan dide û wiha axivî: “Em êrîşên li dijî HDP’ê şermezar dikin. Êrîşên li dijî HDP’ê bêhiqûqîya dewletê nîşan didin. Ji avakirina HEP’ê bigire heta niha zext û êrîş li ser siyaseta kurd hebûn û ev êrîş îro jî berdewam dikin. Êrîşên li dijî siyaseta kurd di heman demê de êrîşên li dijî sîyaseta demokratîk in. sîyaseta xwe ya qirêj di her serdemê de bi şêwazekî cuda nîşan didin. Niha jî bi çek û kêran êrîşî xebatkarên partiyê dikin. Ew kesên ku di destê wan de çek hene û êrîş dikin, wan çekan ji ku digirin? Li Îzmîrê Denîz Poyraz hate qetîlkirin lê kujerê wê bi awayekî rêk û pêk nehat darizandin. Li Stenbolê kesê ku xwest li avahiya HDP’ê konkujiyê pêk bîne serbest hate berdan. Ev nêzîkatî bi tu şiklî nayên qebûlkirin û nêzikatiyên şermezarkirinê ne. HDP partiyek fermî ye û êrîşên li dijî HDP’ê tirsa wan a li hemberî sîyaseta demokratîk nîşan dide.”