Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan 2022-01-12 18:23:44   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Di serî de Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan di nav de divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan."   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo balê bikşîne li ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan li Parka Hazal a semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehira Amedê daxuyaniyek dan. Pêkhateyên platformê û gelek rêxistinên sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  “Bila girtiyên nexweş demildest werin berdan” hat vekirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “ Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hat berzkirin.    Hevberdevkê demê ya platformê Hasan Hayrî Eroglu metna daxuyaniyê xwend.   Hasan diyar kir ku rayedarên dewletê li ser rewşa binpêkirina mafan a li girtîgehan re kerr û kor in û wiha axivî: “Tê şopandin ku her diçe binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê kûr dibe. Yek ji wan binpêkirinan a herî mezin jî li girtîgehan diqewime. Bi taybetî jî girtiyên nexweş di rewşekê xirab de ne û terkî mirinê hatine kirin. Her çend malbatên girtiyan  balê dikişînin ser pirsgirêkê û bang li wijdanê civakê dikin jî desthilatdar pirsgirêkê nabîne. Mixabin ev rewş di nava civakê de wek birîneke xwîn jê tê ye û dewam dike jî.”   Hasan da zanîn ku dewlet divê maf û jiyanê biparêze û wiha bi lêv kir: "Biryarên bêhiqûqî, gotinên bi hîle, cezayên hatine dayîn; ji bilî vê yekê, dewleta ku ji ewlekarî û mafê jiyanê ya girtiyan berpirsyar e, cenazeyan radestî malbatan dike. Ev ne meseleyeke bêdengiyê ye. Di kanûna bihurî de çar girtî ji ber van pêkanînan li girtîgehan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Halîl Guneş, Abdulrezzak Şuyur, Garîbe Gezer û cenazeyê Salîh Tûgrûl ji malbatên wan re ligel jan û qîrînan ve hatin radestkirin. Her wiha nekirina otopsiya cenazeyê Garîbe Gezer a ligel malbat û parezêran gumanan zêdetir kir.”   Hasan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Par bi guhertina zagonan înfazê çeteyên mafya û gelek girtiyên edlî serbest hatin berdan lê belê girtiyên siyasî di şert û mercên pandemiyê de terkî mirinê hatin kirin. Girtiyên siyasî yên li dijî hikûmetê derdikevin, li hundir man. Ev têgihiştin hema bêje her kî li dijî desthilatdariyê be, nexweş be jî, di hundir de derfeta dermankirinê tune be jî, mafê serbestberdanê tune ye. Di dawiyê de hemû girtiyên nexweşên giran bi taybet Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk divê demildest bên tahliyekirin.   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.