100 roj in ji bo wergirtina cenazeyên xwe nobedê digirin 2022-01-12 16:20:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku îro 100 roj li pey xwe hişt, ji aliyê bi dehan komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate meşandin û hîn jî dewam dike. Malbatên li ber deriyê Sêmalka di çalakiya xwe de bi bîryar in.    Hêzên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di şeva 26'ê tîrmeha 2021'an de kemîn danî ber 3 endamên HPG'ê û ew revandin. Aqûbeta van hînê ne diyar bû, PDK'ê vê carê jî di şeva 28-29'ê tebaxa 2021'an de kemîn danî pêşiya komeke ji 7 HPG'iyan en ku ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibûn. Ji vê komê 6 kes jiyana xwe ji dest da, yek bi saxî rizgar bû û piştî çend rojan xwe gihand hêzên xwe.    Malbatên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê xwestin cenazeyên xwe werbigirin. Lê daxwazên malbatan hatin redkirin. Malbatan bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobetê 100 roj in didome.    Ji gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; ji Dêra Zor, Şeddadê, Hawll, Kerema, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Kobanê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê bi dehan heyetan serdana çalakgeran kirin. Di nava yên hatin serdanê de gelek rûspî û serokeşîrên Ereb jî hebûn. Her wiha tevî endamên rêxistinên civakî yên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên rêxistinên saziyên bawerî û olan jî serdana çalakgeran kirin.   Ji roja destpêkirina nobetê heta îro serdana Dayikên Aştiyê û Dayikên Şehîdan dom kir. Di 11'ê û 21'ê cotmehê û 4'ê mijdara 2021'an de Dayikên Aştiyê sê caran xwestin nameyê bişînin. Dayik ji Pira Fişxabûrê derbas bûn û hewl dan nameyê bidin rayedarên PDK'ê, lê belê her carê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin.   Her wiha komek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger jî ji bo şermezarkirina nedayina cenazeyan di 15'ê kanûna 2021'an de çalakiyek li dar xist. Asayîş û endamên îstîxbaratê yên PDK'ê bi ava şid û keviran êriş birin ser ciwanên li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê.    Dîsa PDK'ê 16'ê kanûnê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, 19'ê kanûnê jî Deriyê Sînor ê El Welîdê ji hatin û çûyînê re girt.    Çalakiya ku îro 100 roj li pey xwe hişt, ji aliyê bi dehan komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate meşandin û hîn jî dewam dike. Her kom du rojan û şevekê nobedê digire. Nobedarên roja sedemîn koma ji Amûdê ye. Koma Amûdê diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku vê çalakiyê dimeşîne.