'Berpirsiyarê kuştina Dîlarayê îqtidara siyasî ye' 2022-01-12 15:45:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û hiqûnas li dijî kuştina parêzer Dîlara Yildiz li gelek bajaran daketin qadan û gotin: “Şirîkî vî sûcî ew kesên ku ser cînayetên jinan digirin e. Destê hemûyan di qetilkirina Dîlara de heye.”   Li navçeya Tûzlaya Stenbolê çawişê pispor Oktay Donmez parêzer Dîlara Yildiz qetil kiribû. Hiqûqnasan li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Rihayê ji bo Dîlarayê daxuyanî hatin dayîn.    Li Enqereyê jinên ji rêxistinên hiqûqê ji bo Yildiz li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirinê dan. Li Rihayê jî Navenda Mafê Jinan a Baroyê jî jinên hiqûqnas li ber avahiya baroyê daxuyanî dan. Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê jî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan. Baroya Stenbolê jî li Beygoluya Stenbolê daxuyaniyek dan.    Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat destnîşan kirin ku berpirsiyariya vê kuştinê îqtidara siyasî ye û wiha gotin: “Şirîkî vî sûcî ew kesên ku ser cînayetên jinan digirin e. Destê hemûyan di qetilkirina Dîlara de heye.”