Nobeta Edaletê di roja 58’an de berdewam dike 2022-01-12 14:04:18     AMED - Di roja 58’emîn ya “Nobeta Edaletê” de nameya girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Kolakan hate xwendin. Ahmet Kolakan nobet slav kir û ji bo çalekvanan bazin kire diyarî.   “Nobeta Edaletê” ya xizmên girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in li avahiya Baroyê ya Amedê di roja xwe ya 58’an de berdewam dike. Her roj gelek welatî, siyasetmedar û kedkarên sendîkayan serdana malbatan dikin.   Di roja 58’an de jî nameya girtiyê siyasî yê nexweş Ahmet Kolakan ê ku di girtîgeha Bandirmeyê de tê girtin hate xwendin. Ahmet di nameya xwe de got em Nobeta Edaletê ji dil û can slav dikin û serkeftinê dixwazin. Ahmet ji bo dayikên di çalekiyê de ne jî bazinên bi dest çêkiriye kir diyarî.   Piştî nameyê jî nasê girtiyan İncî Guler û Reşahat Ada jî gotin em berxwedana girtîgehan jî slav dikin û ji bo nameya wan em spas dikin. Herwiha mêvana ku serdana Nobetê kiriye, Ayşe Dîcle jî got ev nobet, çalekiyek mafdar û pêwîst e piştgirî bê dayin. Ayşe got em ê weke welatî şopdarê doza we û daxwaza we bin.