'Nobeta Edaletê' di roja 310'an de ye: Em ji zilmê re serî natewînin 2022-01-12 12:43:05   RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku  "Nobeta Edaletê" didomînin gotin: "Em ji zilmê re serî natewînin."   "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê tevî hewaya sar jî di roja 310'an de berdewam dike.    Emîneyê ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê nehat ber Edliyeya Rihayê. Emîneyê li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe didomîne. Ferît jî di saetên serê sibehê de hat ber avahiya edliyeyê û li "Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kir.    'Em ji zilmê re serî natewînin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:"We xemgîniya mirinê ya herî bi êş bi malbata me da jiyîn. Me serî li ber zilmê netewand em serî natewînin. Em ê baweriya xwe ya ji bo edaletê biparêzin."