Fezlekeya derbarê Semra Guzel de ji komîsyonê re şandin 2022-01-12 11:55:27   ENQERE - Fezlekeya ku derbarê Semra Guzel a HDP'yî de bi hinceta wêneyên berî bi 8 salan hatine kişandin hat amdekirin ji Komîsyona Destura  Bingehîn re hat şandin.   Piştî ku wêneyên wê bi endamê PKK'ê Volkan Bora re di çapemeniyê de derket, der barê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel de fezleke hat amadekirin. Fezlekeya ku ji ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û Semra bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê tê sûcdarkirin ji Wezareta Dadê re hat şandin.   Fezlekê ji bo pêşkêşî Meclîsê bê kirin duh ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji Serkaniyê re hat şandin. Dosyaya destnedanê ya Semra Guzel hewaleyî Komîteya Hevpar a Destûra Bingehîn hat kirin.   Semra der barê heqaretên zayendperest û hedefgirtina xwe de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wêneyê mijara gotinê di sala 2014'an de hatiye kişandin û di serdema pêvajoya çaresriyê de ev wêne hatiye kişandin.  Semra dibêje, nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, ji bo hewldana komplo û sûcdariyên îro derbarê wê de tên kirin bên bikaranîn.