'Li şûna ku li stargehên jinan bên bicihkirin, li girtîgehan tên bicihkirin' 2022-01-12 09:48:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku li îdareya serbixwe ya Soran şîdeta ser jinan zêde ye jî lê stargehên jinan nîne. Lewma jinên ku şîdet li wan tê kirin, li şûna li stargehên jinan werin bi cihkirin, li girtîgehê bi cih dikin.   Rêxistinên Jinan û Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinan ya Îdareya Soran stargehên jinan pêwîst dibînin û îşaret bi metirsiya nebûna stargehên jinan dikin. Li gorî wan, divê Wezareta Hundirin û Wezareta Karûbarên Civakê ji ber zêdebûna şîdeta di sala 2021’an de hewl bidin ku stargeheke jinan avabikin.    Aktîvîsta Jin a Soran Jale Îzedîn ku kar li ser dosya wan jinên şîdet li wan hatiye kirin dike, got: “Ji ber nebûna stargehên jinan, tûşî pirsgirêk, heqaret û gefê bûne. Stargehên jinan ji bo Soran pêwîstiyek sereke ye. Ji ber ku rêjeya şîdetê roj bi roj zêde dibin. Lewma jiyana wan jinên ku şîdet li wan tê kirin ne parastiye.”   Jale, diyar kir ku dema jin berê xwe didin wan rêxistinên parastina mafên jinan dikin, ew tenê dikarin bi awayek demkî li gel xwe biparêz in û nikarin timî li gel xwe bihêlin, got ku gelek caran jî ji ber parastina jinan, ji aliyê xizmên wan jinan ve tûşî heqaret û gefê bûne.   Li Soran ew jinên ku şîdet li hemberî wan tê kirin û li mala xwe namînin, ji ber nebûna stargehên jinan, li girtîgehê li gel wan jinên ku hatine girtin tên bi cih kirin. Jale Îzedîn vê yekê weke diyardeyek nexweş û xerîb dibîne û got: “Nabe ew jinên ku li hemberî wan sûc têkirin, li gel wan jinên ku sûckirine bimînin.”   Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Hemberî Jinan a Soran çend caran bi fermî daxwaz ji Wezareta Hundirin û Wezareta Karûbarên Civakî yên Herêma Kurdistanê kiriye ku biryarê li ser vekirina stargehek jinan bidin, lê heta niha ji bo vekirina stargeha jinan ti biryar nedane.   Berdevkê Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Hemeberî Jinan a Soran Şêrwan Xalîd li ser mijarê axivî û wiha got: “Stargeha jina pêwîstiyek sereke ye. Ji ber ku di dema şîdet û ji Soran veguhestina jinan ji bo stargehên Hewlêrê, li rê tûşî pirsgirêkan dibîn. Xizmên wan guleyan di berdin wan. Gelek caran ji bo karmendên me pirsgirêkan çêdikin û gef ketiye ser jiyana wan. Li gel Soran bûye îdareyek serbixwe, me careke din bi fermî daxwaz kir ku ji bo vekirina stargeha jinan destûr were dayîn. Ji bo ku bikarîn wan jinan biparêzin û pirsgirêka wan çareser bikin. Li gorî daneyên şîdetê, li Soran pêwîstî bi stargehek jinan heye.”   Li gorî daneyên  Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Hemeberî Jinan a Soran di sala 2021’an de li Soran 330 giliyê jinan hebû. Herwiha gelek bûyerên dawî li jiyana xwe anînê û xweşewitandinê hebû. (ROJNEWS)