ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-12 09:00:00     *Xizma girtî Besna Guney da zanîn ku midûr Haydar Alî Ak yê nû tayînê girtîgeha Buca Kiriklarê bûye, zext û tecrîd zêde kiriye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin. Besnayê daxuyand ku heta binpêkirin bi dawî nebin wê çalakiya wan jî bi dawî nebe. BI DÎMEN   *Parêzer Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn û da zanîn ku jinên şîdetê dibînin dama serî li hêzên ewlehiyê didin, bi zehmetiyan re tên rû hev û hewl didin wan şûnde vegerînin.BI DÎMEN   *Birayê Aysel Tugluk, Alattîn Tugluk da zanîn ku rewşa Ayselê roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Nav nivînan de dimîne, nikare rabe, nikare pirtûkan bixwîne, nikare têkiliyê deyne, nikare li TV'yê temaşe bike û nikare bi kesî re biaxive. Pêvajoyeke nû ya teşhîsê hat destpêkirin.   *Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 58'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)   *Komeleya Navenda Çandê ya Dîcleyê we ji bo sersala kurdan li avahiya xwe bernameyekê li dar bixe. (14:30)