Li Şirnexê 2 kes hat girtin, 3 kes jî hatin berdan 2022-01-11 18:47:17   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 24 kesan 3 kes li emniyetê û 3 kes jî li dadgehe hatin berdan. 2 kes hatin girtin û yên din jî hêj li emniyetê ne. Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komara Şirnexê de li Cizîr, Silopî, Hezex û Elkê  24 kes hatin binçavkirin. Di 9'ê çileyê de kesê ku hatin binçakirin li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ifadeyên wan hatin girtin. Piştre derbarê dosyeyê de "biryara veşartinê" hat dayîn. Hat diyarkirin ku li emniyeta Şirnexê, ji 24 kesan 3 kes piştî îfadeyan serbest hatine berdan. Ji 21 kesan aktîvîsta TJA'yê Evîndar Aydin, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Berfîn Can, Mela Saît Can û Rumet Çekîn piştî îfadeya li emniyetê sewqê dozgeriyê hatine kirin. 5 kesên ku li dozgeriyê îfade dan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqê dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî Evîndar Aydin, Nebahat Îşçî û Rumet Çekîn bi şertê "kontrola edlî" serbest berda. Berfîn Can û Mela Saît Ozdemîr jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.