Çalakiya li Sêmalka 99 roj in didome 2022-01-11 16:58:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana malbatan a li ber deriyê Sêmalka 99 roj in didome.    Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenaze nadin malbatên wan.     Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin.   Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin 99 roj in berdewam dike. Endamên meclisên bajarokên Girzîro, Birûc, Xane Serî û Girê Şêra yên girêdayî herêma Koçeratê herikîn bin konê çalakiyê.   Piştî ku endamên meclisên bajarokên herêma Koçeratê gihaştin bin kon şêniyên navçeya Amûdê çalakî ji wan dewr girtin. Di bin kon de bi navê meclisên bajarokê Topiz û Çaxir Bazar ê girêdayê navçeya Amûdê Meha Zoro axivî û got: “Em hatine bin konê rûmetê da ku piştgiriyê bidin çalakgerên li deriyê sînor ê Sêmalkayê û  derbarê xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan de dengê xwe bighînin raya giştî.”   Meha Zoro îşaret bi dîroka PDK’ê kir û wiha domand: “Dîroka PDK’ê bi xiyanetê dagirtî ye, ji şehadeta Bêrîtan bigire, heta komkujiya li Xelîfanê û tevkariya bi faşîzma dewleta Tirk re.”   Meha Zoro her wiha bang li dayikên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin dayikên şehîdan ên daxwaza cenazeyê zarokên xwe dikin.