HDP'yîyan li navçeya Pîran û Hênê hevdîtinên gel pêk anîn 2022-01-11 15:03:27   AMED - HDP'ê bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li navçeyên Hênê û Pîranê hevdîtinên gel pêk anîn.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li navçeyên Pîran û Hênê hevdîtinên gel pêk anîn. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy, rêxistina navçeyên Pîran û Hênê û gelek welatî beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtina li avahiya HDP'ê ya navçeyê pêk hat, ji bo bîranîna cangoriyan bi deqeyek rêzgirtinê re dest pê kir.   Di hevdîtinê de Tayip Temel axivî û têkildarê pêvajoya Kurdistan û Tirkiyeyê axivî. Tayip di heman demê de êrişên li dijî siyaseta kurd tê meşandin nirxand û ji bo tiştên wê werin kirin ji gel rexne û nirxandin xwest.   Di dawiya hevdîtinê de ji bo mîtinga ku dê bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" di 22'yê Çileyê de li qada Îstasyonê were kirin bang li gel hate kirin.