Çalakiya Malbata Gulistanê 11 roj in didome 2022-01-11 14:38:13   DÊRSIM - Çalakiya malbata Gulistan Doku li pêş Edliyeya Dêrsimê 11 roj in berdewam dike.    Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ku ji 5’ê çileya 2020’an ve li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dêrsimê daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Doku yên hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn.     Platforma Jinan a Dêrsimê bi serdanê piştgiriya malbatê kir.