Li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê îşkenceya 'lêgerînê' 2022-01-11 11:30:26     QEYSERÎ - Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê, dan zanîn îşkenceya  'lêgerînê' li wan tên kirin gotin ger rewş bi vî rengî bidome dê dermankirinê qebûl nekin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê tên girtin, diyar kirin ku dema diçin nexweşxaneyê du caran ser wan tê gerandin. Mûhlîse Karaguzel a 60 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û dema Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê dikir hatibû girtin û niha li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê tê girtin, bi telefonê bi keça xwe Zîlan Karaguzel re axivî û ragihand ku dema diçin nexweşxaneyê hem gardiyan hem jî cenderme ser wan lêgerînê dikin.    'Li dijî rûmeta mirovahiyê ser me digerin'   Zîlan, bi lêv kir ku ji lêgerîna jinên cenderme dikin aciz dibin wiha got: "Li dijî rûmeta mirovahiyê ser me digerin. Em vê qebûl nakin. Heke lêgerîn bi vî şiklî berdewam bikin em ê çûyîna nexweşxaneyê qebûl nekin." Zîlan, bi lêv kir ku biryara neçûyîna nexweşxaneyê ya hemû jinan e.