'Nobeta Edaletê' di roja 309'an de ye 2022-01-11 11:03:47     RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyayaşr ên ku  'Nobeda Edaletê' didomînin gotin: “Em vê zilmê qebûl nakin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê tevî hewaya sar jî di roja 309’an de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtîla ev peyam parve kir: “Ji ber ku Hz. Yusuf hat tawanbarkirin wî avêtin zindanê. Em hem bi qetlîamê re rûbirû man hem jî bi tawanbariyê re rûbirû man. Tevî ku heqîqet derketiye holê jî yê ku malbata wî hatiye qetilkirin di hucreyê de ye û yên qetlîamê jî kirine li derve ne! Em vê zilmê qebûl nakin. Civak vê zilmê qebûl nake.”