Ji Hulya Ancî ya girtî name: Pergala tecrîdê ji me re qada jiyanê nehiştiye 2022-01-11 09:02:46     Oznur Deger   ENQERE - Girtiya bi navê Hulya Anci ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtiye diyar kir ku di bin tecrîda giran de ne û nexweş nayên dermankirin û wiha got: “Naveroka pergala puankirinê ya Lijneya Çavdêrî û Îdarê li girtiyan pêk tîne, li dijî rumeta mirovahî û bi taybet êrîşa li dijî îradeya jinê ye.”   Şîdet û zexta li welat ku pir zêde tê hîskirin li girtîgehan hîn bêtire. Li girtîgehan di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji det da û vê jî polîtîka şîdete raxist ber çavan.  Malbatên girtiyan demek dirêj e "Nobeta Edeletê" didomînin. Yek ji girtîgehên ku zext pir zêde lê tên jiyîn girtîgeha Jinan a Bunyan ya Kayseriyê ye. Girtiya bi navê Hulya Anci ya li Bunyanê girtiye bi nameyekê binpêkirinên mafan ragîhand.   Hulyayê destnîşan kir ku hêviya wan ev e ku sala nû bibe wesîleya aştiyê û hilweşîna faşîzmê û wiha axaftina xwe domand: “Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û tecrîda giran zêdetir bûye. Girtîgeh bûne cihên tecrîda giran. Girtî ji derveyê civakê tên hesibandin û standartên jiyanê jî têde tu tişt li ber çavan nayê girtin û cezayên dîsîplînan tên dayîn. Ev pêkanînên dij hiqûqî, ev pêkanînên li dijî qanûna înfazê hatine rewakirin. Bi pergala tecrîda girankirî re qada jiyanê ji me re nehatine hiştin. Li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê pêvajoya normal tê jiyîn lê li girtîgehan bi hinceta pandemiyê qedexe didomin. Me mexduriyeta xwe bi gelek saziyan re parve kir. Tevî vê çareserî pêk nehat.”   Hulyayê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan wiha rêz kir:   “*Girtîgeha Jinan a Bunyanê ji bo înfaza hukmê muebeta giran li dijî mevzuatê ye. Li dijî pêkhatina qanûna înfazê bê derfete û bi sînore. Ji ber vê jî Jiyan Ay ya di hucra yek kesî de dimîne, di nav tecrîdê de tecrîdê dijî. Ligel biçûkbûna hucra wê, serşo û tuwalet yek in. Mutbex tune ye. Hewcedariya mutbexê ji serşoyê dike. Li ber paçeya hewadankê mazgala bi têlan heye. Rojê 4 saet mafê hewadankê heye lê saetek û nîvê derdixin. Dernaxin tu aktîvîteyeke civakî.   Rewşa girtiyên nexweş ne başe   * Di pêvajoya daweî de girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li vir di kategoriya nexweşên giran de; Muhlîse Karaguzel, Rojbîn Yakut, Gulazer Akin, Aysel Dodar, Hacer Halîl Yusuf, Merve Aydogan, Dilşad Şengul, Naîme Encu  hene. Lê der barê rewşa wan de dermankirin an jî hestiyariyek ne mijara gotinê ye. Di şertên sewqkirina nexweşxaneyan de başbûnek nehatiye kirin û mudaxaleyeke tibî ya cidî nayê kirin. Nexweş bi tena serê xwe hatine hiştin.   * Hevdîtinên vekirî û girtî ku divê saetek û nîv bin, 30 deqene. Ev du sal in hevdîtin nehatin kirin. Piştî normalbûnê kirin nîv saet. Ev jî di alî aborî û manewî de mexruriyetê girantir dike.   * Me bi tu awayî dernaxin faliyetên civakî, aktîvîte û qursan. Mafê sohbeta me jî beyî hincet tê astengkirin.   Tirkî tê ferzkirin   * Name û pirtûkên me yên kurdî ji ber sedema ‘wergervan tune’ nadin me, nameyên em dişînin bi mehan tên sekinandin. Tirkî li me tê ferzkirin.   * Pirtûkan bi kota didin. Ji bilî 10 pirtûkan em nikarin pirtûkan bigirin. Rojname, kovar, xaçepirs jî bi hinceta qedexene nadin me.   * Ji ber koxuşa karantînayê yek e, di rewşên lezgîn dejî em nikarin biçin nexweşxana. Di koxuşên karantînayê yên 8 kesî de em 18-20 neçarin bimînin.   * Tevî Girtîgeha Vekirî ya jinan de em ji kontrolê fêdeyê nagirin.   Ji leşkeran tehdîd û heqeretên nîjadperest   * Li Nexweşxaneyên Bajar û klînîkên Kampusê dermankirin tê ferzkirin. Di rewşên lezgîn de em bi kelepçê tên dermankirin. Ligel vê em bi heqeret û tehdîdên nîjadperest yên leşkeran re tên rû hev.   Mafên me tên xespkirin   * Naveroka pergala puankirinê ya Lijneya Çavdêrî û Îdarê li girtiyan pêk tîne, li dijî rumeta mirovahî û bi taybet êrîşa li dijî îradeya jinê ye. Girtiyên ji ber fikrên xwe hatine girtin, bi pêkanîna ‘potansiyela sûc’ tên dîtin. Di bin navê bernama başkirinê de mafê jin û mirovan tên xespkirin.   * Di guherînên di qanûna înfazê hatine kirin de, tu pêkanînên ji bo başiya me nayên kirin. Li dijî me di mafên mijara gotinê de hiqûq, qanûn û destura bingehîn pêk nayê. Em bi polîtîkayên newekheviyê yên wezareta dadê, wezareta tenduristî û îdara girtîgehê re rû bi rû ne.    * Wezareta Dadê diyar kiribû ku wê alavên paqijiyê bê pere bidin girtiyên jin. Lê li vir bi sînor tê dayîn, ped bê kalîtene, şampuan û ava cilan nadin.   * Mase û kursiyên divê îdare temîn bike, lê mixabin ev hewcedariyên me nayên cih û di vê mijarê de dibêjin ji kantînê bigirin.   * Berhem û xurekên li kantînê cureyên wan kêmin. Me neçarî çend markayan dikin û ev jî gelek bihane.   KHK’a ku hukmê wê qedyaye hîna di meriyetê de ye   * Di KHK û OHAL’ê de qexeya ‘cilên bi nivîs’ û ferzkirina, sê kes tenê dikarin bi hev re wêne bikşînin hebû. KHK ku hukma xwe winda kiriye hîna li vir di meriyetê de ye.   * Xwarinên tên dayîn kêmin û di alî proteîn û vîtamînan de ne zêde nebaş in. Xwarin paqij nayên çêkirin. Carna di xwarinan de madeyên cuda tên dîtin (neynûk, kevir, tiştên hişk, têla firakan). Bi rojan carna meqerne tên dayîn. Hema hema cureke din ya xwarinê tune. Sebze, fêkî û berhemên şîr kêm didin.   * Bi taybet di 6 alên dawî de polîtîka zextê li hember girtiyên siyasî tên meşandin, cezayên hucreyê tên dayîn, înfaz tên şewitandin. Her pêngava me dibe sedema sûc."   Em tecrîdî ji kûrahî hîs dikin   Hulyayê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû xalên li jor rêz kiriye, li dijî mafê mirovane û mafê civakî, çandî, siyasî, tenduristî û ragîhandinê tên binpêkirin û wiha dawî lê anî: “Em pergala tecrîda ku hatiye girankirin bi giranî dijîn. Dixwazin van şert û mercan mayînde bikin.”