ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-11 09:00:00     * Malbatên girtiyan ên Botanê, bertek nîşanê binpêkirina mafên girtiyan dan û gotin: "Ji bo bi dawîkirina zilma li hemberî girtiyan divê malbatên girtiyan bibin yek û bi hev re bertek nîşanî polîtîkayên li hemberî girtîgehan bidin. Pêwiste em piştgiriyê bidin çalakiya 'Nobeta Edaletê' û xwedî li berxwedana girtiyan derkevin." BI DÎMEN    * Girtiya bi navê Hulya Anci ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtiye diyar kir ku di bin tecrîda giran de ne û nexweş nayên dermankirin û wiha got: “Naveroka pergala puankirinê ya Lijneya Çavdêrî û Îdarê li girtiyan pêk tîne, li dijî rumeta mirovahî û bi taybet êrîşa li dijî îradeya jinê ye.”   * Li Tirkiyê welatî bi xizaniyê re têdikoşin û her diçe rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Jinên Amedê bertek nîşanê bihabûnê dan û destnîşan kirin ku mûçeya tê malê di rojekê de diçe. DÎMEN HEYE   * Siyasetmedaran diyar kirin ku êrîşên li hember HDP’ê bi destê desthilatdariyê tên kirin û divê bersivek xurt bê dayîn û gotin: “Em natirsin, şûnde gavê navêjin. Em ligel partiya xwe ne.” BI DÎMEN    * Xizma girtî Besna Guney da zanîn ku midûr Haydar Alî Ak yê nû tayînê girtîgeha Buca Kiriklarê bûye, zext û tecrîd zêde kiriye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin. Besnayê daxuyand ku heta binpêkirin bi dawî nebin wê çalakiya wan jî bi dawî nebe. BI DÎMEN