Girtiyên jin li dijî lêgerîna bi detay derneketin hevdîtinê 2022-01-10 16:11:57   AMED - Li Girtîgeha Jinan a Amedê li girtiyan lêgerîna bi detay hat ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê yeke bertek nîşandan û derneketin hevdîtinê.    Bi hinceta pandemiyê li Girtîgeha Jinan a Amedê mafê girtiyên jin tê binpêkirin. Malbatên ku çûn hevdîtina girtiyên xwe da zanîn ku li girtiyan lêgerîna bi detay hatiye ferzkirin. Ji ber vê sedemê jî girtî derneketine hevdîtinê û helwesta îdarê şermezar kirine.    Malbatên ku bertek nîşanî helwesta îdarê dan saetek li benda hevdîtinê man, piştre beyî hevdîtin pêk bînin ji girtîgehê hatin derxistin. Her wiha hat diyarkirin ku malbatên ku ji derveyî bajêr hatîbûn jî hebûn.    Her wiha hat diyar kirin ku rojên borî jî ji ber heman helwestê girtî derneketin hevdîtinê.